Li Rojhilatê Kurdistanê pêla girtinê

Li bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê 2 kes hatin girtin, 3 kes jî bêyî biryara dadgeriyê hatin binçavkirin.

ROJHILATÊ KURDISTANÊ

Kolbernews’ê ragihand ku di 17’ê Kanûnê de 2 welatiyên Kurd ên bi navê Mihemed Nîkpe û Mihemed Aştek ên xelkê bajarê Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê hatin girtin.

Li gorî nûçeya Kolbernews’ê yek ji wan ji ber beşdarbûna pîrozbahiya Newroza îsal bi tometa ‘propagandaya dijî dewletê’ bi 2 meh û 15 rojan hate cezakirin.

Hate diyarkirin ku duh 3 çalakvanên jîngehparêz ên Kurd ên bi navê Ramîn Salihî, Sebah Salihî û Sabîr Salihî yên ji bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ji ber beşdarbûna pêngava Zagrosan, bêyî fermana dadwer ji aliyê hêzên Îtlaatê ya Îranê ve hatin binçavkirin û ber bi cihek nediyar hatin şandin.