Ciwanekî ji Bakurê Kurdistanê li Silêmaniyê mirî hat dîtin

Ciwanekî ku ji Bakurê Kurdistanê ji bo bixebite çûbû bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê, li hotela ku lê dima mirî hate dîtin. Hate diyarkirin ku di bedena ciwanê de gelek şopên kêr hene.

SILÊMANÎ

Hate ragihandin li yek ji otelên nava bazara Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê ciwaneke Bakurê Kurdistanê bi navê Dogan (24) ku ji bo karkeriyê bi birayê xwe re derbasî Başûrê Kurdistanê biribû, mirî hate dîtin.

Hate ragihandin ku li ser bedena wî şopên gelek kêran hene.

Çavkaniyeke ewlekariyê ragihand ku mafê herdu birayan li gorî yasayê hebû ku li wê otelê bimînin û got: “Dema bûyer rû dayî yek ji wan li ser kar bû. Heta niha nayê zanîn gelo êriş li nava otelê li ser wî hatiye kirin, yan jî ji derve birîndar bûye û li nava otelê jiyana xwe ji dest daye.”

Yekîneyên Parastina Sûc û Hêzên Asayîşa Silêmaniyê çûne cihê bûyerê û dest bi lêkolînê kirine.

Cenaze jî rakirine saziya diba edlî ya Silêmaniyê.