Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê protestoyên li dijî bêdaletiyê

Li gelek bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê karmend, mamosta, kedkar û çalakvanên siyasî ji bo daxwazên xwe daketin qadan û li ber avahiyên walîtiyê kom bûn.

PROTESTOYÊN LI DIJÎ BÊDALETIYÊ

Li gorî agahî û dîmenên di torên dîjîtal de hatine parvekirin, li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê karmend, mamosta, kedkar û çalakvanên siyasî daketine kolanan.

Tê gotin li gelek bajaran xelk li ber derê avahiyên walitiyan kom bûne û li dijî rewşa nebaş a aborî, gendelî, cezayên darvekirinê û ji bo bicihanîna daxwazên xwe, kom bûne.

Di çalakiyan de xelk li dijî hikumeta Îranê dirûşme diqêrin û karmendan xwest mûçeyê wan were pêşwazîkirin. Her wiha welatiyan xwest rejîm dawî li darvekirinan bîne.