Li Zaxoyê 50 dikanên koçberên Şengalî şewitîn
Li Kampa koçberên Şengalê ya Bacid Kendal a li Zaxoyê şewat derket. Di şewatê de zêdetirî 50 dikan şewitîn.
Li Kampa koçberên Şengalê ya Bacid Kendal a li Zaxoyê şewat derket. Di şewatê de zêdetirî 50 dikan şewitîn.
Di saet 05:00’ê ber sibehê de li Kampa Bacid Kendal a li Zaxoyê ku koçberên Şengalê têde dimînin, şewat derket û di encamê de 50 dikan şewitîn. Piştre bêyî ku ziyanek canî çêbe, şewat ji aliyê tîmên agirkujiyê ve hat vemirandin
Hat diyarkirin ku şewat ji ber temasa elektrîkê derketiye û di derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.