KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Wêneyê Ziyad Heleb li kolanên Kerkûkê hate daliqandin
Li Kerkûkê komek ciwan, wêneyê Ziyad Heleb ê ku di berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de şehîd bibû, daliqandin. -
Sozdar Avesta: Êrişên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê êrişên li dijî pêvajoyê ne
Endama Konseya Serokatiyê ya KCK'ê Sozdar Avesta anî ziman ku êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêvajoya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê têk dibe û xwest, mercên Rêber Apo tavilê bêne sererastkirin û gavên qanûnî-demokratîk bêne avêtin. -
Şervana ku pêşengî ji jinên Ereb re kir: Hêlîn Kobanê
Şervana Ereb Hêlîn Kobanê ku ji jinên Kurd ên li dijî DAÎŞ'ê li ber xwe dan bi bandor bû û tevlî nava têkoşînê bû, dema ku dixwest cenazeyên hevrêyên xwe werbigire li gel Lêgerîn Canfeda di 20'ê Mijdara 2024'an de şehîd bû. -
Gel li Abdananê dest danî ser qereqola polîsan: Xwepêşandan didomin
Xwepêşandanên li gelek bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê her ku diçe mezin dibe. Tê îdiakirin ku gel dest daniye ser qereqola polîsan li Abdananê ya parêzgeha Îlamê û xwepêşandanên li Qesra Şîrîn, Bûcnurd, Seqiz û Sineyê berdewam dikin. -
Li Amedê li dijî êrîşan banga hevgirtinê hate kirin
Li Amedê êrişên li ser Helebê bi girseyî hatin protestokirin û banga hevgirtinê li raya navneteweyî hat kirin. -
Şehîdên Şêxmeqsûdê li Silêmaniyê hatin bibîranîn
Nûnertiya Rojava bi hevkariya saziyên jinan ên li Silêmaniyê, ji bo bîranîna şehîdên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê merasîma bîranînê li dar xistin. -
DAD’ê bi çirayan êrîşên li ser Kurdan protesto kirin
Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD), li Dêrsimê li gel vêxistina çirayan êrîşên çeteyên paramîlîter ên girêdayî HTŞ’ê û dewleta Tirk protesto kirin. -
Li Şengalê şehîdên meha Çile û Sibatê hatin bibîranîn
Bi pêşengiya Saziyên Malbatên Şehîdan li Şengalê fermandarên YBŞ’ê Zerdeşt, Berxwedan û Azad tevî 7 şervanên YBŞ’ê yên ku di demên cuda de di meha Çile û Sibatê de şehîd bibûn, bi merasîmek hatin bibîranîn. -
Bi hezaran kes li Wanê meşiyan: Gelan biparêzin ne DAÎŞ'ê
Bi hezaran kes li Wanê meşiyan û êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin. -
Dema ragirtina li binê çavan a rojnamevan Orûç hate dirêjkirin
Dema ragirtina li binê çavan a nûçegihanê Ajansa Welat Nedîm Orûç ji bo rojekê hate dirêjkirin ku doh li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di dema şopandina nûçeyê de ji aliyê polîsan ve bi lêdanê hatibû binçavkirin. -
Dibistanên Mexmûrê ketin bêhndana nîvê salê
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) xwendekaran karnameyên xwe wergirtin û ketin bêhndana nîvê salê. -
Xelkê Mexmûrê: Dewleta Tirk dev ji dijminatiya Kurdan bernade
Çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo didome, bi koma 178’an dewam dike. Di çalakiyê de êrîşên çeteyên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin. -
Ji xwendekarên Zanîngeha Koye çalakiya ji bo Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê
Bi armanca piştgiriya bi Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê xwendekarên Zanîngeha Koye çalakiyek lidar xistin û bang li civaka navneteweyî kirin ku li ber sûcên li dijî gelê Kurd rabe. -
Dayika Aştiyê Hemra Apaydin li Mexmûrê hate bîranîn
Ji bo bîranîna Dayika Aştiyê Hemra Apaydin li Mexmûrê çalakiyek hate lidarxistin. -
Neam Bedel: Ya HŞT’ê li Helebê kir dûrî exlaqê mirovahiyê bû
Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Neam Bedel got, "Ya ku sala 2014’an bi serê Şengalê hatî bi serê taxên Helebê de jî anîn." -
Îrmez: ‘Mafê Hêviyê’ wê rê li ber aştiya civakî veke
Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Zekî Îrmez bal kişand ku “mafê hêviyê” ji bo aştiya civakî sînorê herî krîtîk e. Îrmez destnîşan kir ku ev gav dê baweriya bi pêvajoyê xurt bike û ji bo aştî û demokratîkbûnê zemîna herî bi hêz ava bike. -
Mîtînga 'Hêvî û Azadiyê' di 25'ê Çileyê de ye
Platforma Saziyên Demokratîk diyar kir ku mîtînga "Hêvî û Azadiyê" wê 25'ê Çileyê pêk were ku ji bo azadiya Rêber Apo tê lidarxistin. -
Li Silêmaniyê melayên ku bêrêzî li hemberî şervanên jin kirin, hatin gilîkirin
Xelkê Silêmaniyê giliyê melayê ku bêrêzî li hemberî şervanên jin kir, hate kirin. -
KCK’ê ji bo Helebê û pêvajoyê daxuyanî da
KCK’ê, piştî êrîşên li ser Helebê polîtîkayên dewleta Tirk bi tundî rexne kir. KCK’ê, destnîşan kir ku êrîşên li Helebê hewldana têkbirina agirbestê ye û got ku divê ji gav û kiryarên ku pêvajoyê sebote dikin, dûr bên seknandin. -
Gerîla Rûken: Perestgeha jinên çiyayî Kurdistan a bedew e
Gerîlaya YJA Starê Rûken Botan diyar kir ku cewhera jin mîna cewhera çiyan e û got, "Her tim çiya xurtbûna xwe diparêze û tu tişt nikare wê hilweşîne. Jin jî heman rengî ye, ger ku bingeha xwe ya azadiyê rast bavêje dikarin xwebûna xwe bidest bixin.” -
Dogan: Li gel êrişan hemûyan jî gelê Kurd wê bibe xwedî statu
Hevserokê DBP’ê yê bajarê Amedê Ahmet Dogan, êrîşên çeteyên girêdayî HTŞ’ê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê wekî “komkujiyeke hovane” pênase kir û destnîşan kir ku tevî hemû êrîşan dê gelê Kurd bibe xwedî statû. -
Çîroka xwe bi xwe nivîsî: Siyajîn
Weke jineke ciwan berê xwe da çiyê. Destpêkê navek li xwe kir û bû dilxwaza nivîsandina çîroka xwe. Di bi siya jiyanê de navê xwe kir Siyajîn Heskîf. -
Li Wanê bi hezaran kes li dijî êrîşan daketin qadan: Êrîşan rawestînin
Bi hezaran kesên ku li Wanê li dijî êrîşên li ser Helebê daketin qadan, bang li rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî kirin ku komkujiyê rawestînin û gavên şênber biavêjin. Li Îzmîrê jî berxwedana Elewî, Kurd û Durziyan a li Sûriyeyê hate silavkirin. -
Amîr Kerîmî: Komara Îslamî ya Îranê di rewşa hilweşînê de ye
Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Amîr Kerîmî, diyar kir ku Komara Îslamî ya Îranê bi rengekî fîêlî hilweşiyaye û got, “Tiştê ku îro Komara Îslamî ya Îranê li ser piyan digire, tundû û zext e.” -
Hevrêtiya şoreşgerî
Huseyîn Aykol ê ku di saetên ewil ên sala 2026’an de koça dawîn kir, bes ne bi nasmameya xwe ya rojnamegeriyê; bi zanebûna xwe ya şoreşgerî û hevrêtiya xwe jî di bîra me de zindî ye.