KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Qendîlê demsala zivistanê
Qendîl ku bi rengê zer û spî hatiye xemilandin, careke din girêdanbûna xwezayê ya bi azadiyê re tîne bîra mirov. Xweza dîsa dibe şahidê herî xurt a berxwedanê. -
Ciwanekî ji Bakurê Kurdistanê li Silêmaniyê mirî hat dîtin
Ciwanekî ku ji Bakurê Kurdistanê ji bo bixebite çûbû bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê, li hotela ku lê dima mirî hate dîtin. Hate diyarkirin ku di bedena ciwanê de gelek şopên kêr hene. -
Gerîlayê HPG’ê Gelhat Cûdî hate bîranîn
Ji bo gerîlayê HPG’ê Gelhat Cûdî (Lokman Gazyak) ê ku beriya 4 salan li qada Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, taziye hate danîn. Bi girseyî serdana taziyeyê hate kirin. -
Li Zaxoyê 50 dikanên koçberên Şengalî şewitîn
Li Kampa koçberên Şengalê ya Bacid Kendal a li Zaxoyê şewat derket. Di şewatê de zêdetirî 50 dikan şewitîn. -
Li Amedê şehîd hatin bibîranîn
Li gundikê Bîra Zeynê yê navçeya Pasûrê bi boneya salvegera şehadeta Laşer Lîs (Zeynel Bayram) ê ku di Kanûna 2022’yan de li Garê şehîd bû merasîma bîranînê hat lidarxistin û mewlûd hat dayîn. -
OHD'ê ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadiyê' ya 4'ê Çileyê banga tevlîbûnê kir
OHD'ê diyar kir ku "Parastina mafê hêviyê parastina aştiyê ye" û ji bo mîtînga 4'ê Çileyê ya li Amedê banga tevlîbûnê kir. -
HPG: Em hevrêyên xwe Ronya, Gelhat, Nûda û Yilmaz bi rêzdarî bi bîr tînin
Hêzên Parastina Gel (HPG) Ronya Zagros, Gelhat Cûdî, Nûda Tolhildan û Yilmaz Piling ên ku sala 2021’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne, bi bîr anî. -
Ji bo taziyeya Nîhal Ay serdana girseyî
Li Amedê ji bo taziyeya Nîhal Ay serdanên sersaxiyê têne kirin. -
Koma nû çalakiya nobetê ya li Mexmûrê dewr girt
Çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja 890’an de bi koma 174’an didome. -
Îranê cezayê darvekirinê li girtiyekî Kurd birî
Rejîma Îranê, li Rojhilatê Kurdistanê li welatiyekî din ê Kurd cezayê darvekirinê birî. Rêxistina Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku li Ûrmiyeyê li welatiyekî Kurd ê hewceyî pêdiwîstiyên taybet bi egerên siyasî cezayê darvekirinê hatiye birîn. -
Kawa Nadir: Pêvajo wê bandorê li tevahiya Kurdistanê bike
Rojnamevan Kawa Nadir anî ziman ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê wê bandorê li çar parçeyên Kurdistanê bike, lewma pêvajoyeke dîrokî ye. -
Rêber Apo: Îslama Demokratîk vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye
Rêber Apo peyamek ji Kongreya Asayî ya 1'emîn a Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê re şand û got, "Îslama Demokratîk vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye." -
Hunermendên Kurd ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadiyê' banga tevlîbûnê kirin
Yekîtiya Hunermendên Kurd ji bo mîtînga "Hêvî û Azadiyê" banga tevlîbûnê kirin ku wê 4'ê Çileyê li Amedê ji bo azadiya Rêber Apo bê lidarxistin. -
Li Îranê zexta li ser jîngehparêzan: Bav û kur hatin binçavkirin
Rêxistina Mafê Mirovan a Hana diyar kir ku li Îranê zexta li dijî jîngehparêzan didome û ragihand ku 3 jîngehparêz hatin binçavkirin û cezayê hepsê li welatiyekê hate birîn. -
HPG'ê Şahîn Cîlo, Demhat Dirbêsiyê û Zinar Hesekê bi bîr anî
Hêzên Parastina Gel (HPG) Şahîn Cîlo, Demhat Dirbêsiyê û Zinar Hesekê bi bîr anî ku sala 2023'an li Zapê şehîd bûn. -
Li Binarê Qendîlê şehîd Evîn Goyî û hevrêyên wê hatin bibîranîn
Li Binarê Qendîlê bi beşdariya welatî û nûnerên saziyên sivîl şehîdên Komkujiya Duyemîn a Parîsê Evîn Goyî, Mîr Perwer û Ebdurrahman Kizil hatin bibîranîn. -
Ji bo şehîd Agir Serhed taziye
Li gundê Karkutlu yê navçeya Birecikê ya Rihayê ji bo Agir Serhed (Mehmet Balî Polat) ê li Heftanînê şehîd bû, taziye hate danîn. -
Şehîdên Parîsê li Mexmûrê hatin bîranîn
Li Mexmûrê komkujiyên Parîsê hatin şermezarkirin û gel soza da ku ew ê têkoşînê bidome. -
Rayedarê YNK’ê: PDK û YNK nêzî lihevkirina dawî bûne
Endamê Serkirdayetiya YNK’ê û Berpirsê Beşa Rêxistinî ya YNK’ê Ziyad Cebar ragihand ku posta serokkomariya Iraqê para Kurdan e û YNK wê di dema pêwîst de namzetê xwe yê serokkomariyê diyar bike. -
Kampanyaya ji Darvekirinê re Na di hefteya 100’an de ye
Kampanyaya Sêşemên ji Darvekirinê re Na bi wesîleya heftiya 100’emîn a çalakiyên xwe, daxuyaniyek da û got, wan bi çalakiyên xwe yên cuda ya li dijî cezayên darvekirinê, kariye dengê girtiyan bigihîne ji derve û bi vê re veguheriye şoreşek girseyî. -
Şehîd Berfîn Nûrheq li Şengalê hate bîranîn
Şehîd Berfîn Nûrheq ku li dijî DAÎŞ'ê li Şengalê şer kiribû, li Şengalê bi merasîmekê hate bîranîn. -
Serdana piştevaniyê ya rêxistinên Elewiyan ji bo malbatên Roboskiyê: 'Êşa me yek e'
Nûnerên rêxistinên Elewiyan, serdana malbatên 34 kesên ku di 28’ê Kanûna 2011’an de li gundê Roboskî yê navçeya Qileban a Şirnexê di encama êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dan, kirin. -
Li Sineyê dayikan li ser gora zarokên xwe daxwaza edaletê kirin
Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, dayikan serdana gora zarokên xwe kirin û daxwaza edaletê kirin. -
Gerîlayên şehîd Egîd Sîncar û Cernas Şemerî li Şengalê hatin bîranîn
Egîd Sîncar û Cernas Şemerî ku HPG'ê şehadeta wan ragihand, li Şengalê hatin bîranîn. -
Di êrişa Îranê de kolberekî Kurd birîndar bû
Li herêma Hewremanê di êrişa hêzên Îranê de kolberekî Kurd birîndar bû.