KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
KCK'ê şehîdên Parîsê bi bîr anî
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji ber salvegera komkujiyên Parîsê daxuyaniyek da, şehîdên Parîsê bi bîr anî û nerazîbûn nîşanî polîtîkaya bêcezahiştinê da. -
Hevrêyên Huseyîn Aykol: Em ê penûsa wî rakin
Hempîşeyên rojnamevan Huseyîn Aykol ku tevlî şîna wî ya li Amedê hatiye danîn bûn, wiha gotin, “Me mîrateya mamoste Huseyîn dewr girt. Em ê pênûsa wî hilgirin.” -
Li Abdanan û Melekşahê gel kontrola bajar bi dest xist
Li Abdananê bi deh hezaran kes derketin qadan. Tevahiya bajêr ket bin kontrola gel. Hate ragihandin ku li Melekşahê jî hemû hêzên rejimê ji aliyê gel ve ji bajêr hatine derxistin. Çalakî berdewam dikin. -
Partiyên Rojhilatê Kurdistanê wê bi hev re kar bikin
Partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê diyar kirin ku ew piştgiriyê didin serhildana gelên Îranê û ji bo bersiv ji rejîmê re bê dayin, divê gelên Îranê yek bin. Her wiha ragihandin ku wê karekî berhemdar û hevpar bimeşînin. -
YNK'ê Nizar Amêdî kir namzetê xwe yê Serokkomariya Iraqê
Yekitî Niştimanî Kurdistan (YNK) ji bo erka Serokkomariya Iraqê Nizar Amêdî kir namzetê xwe. -
HPG’ê ‘sê fedaiyên leheng’ ên li Zapê şehîd bûn bi bîr anî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê Endama Konseya Fermandariya YJA Starê Sarya Qamişlo û hevrêyên wê Brûsk Şêrawa û Pelşîn Baz ên ku Sibata 2025’an li Zapê şehîd bûn, bi bîr anî. -
Çalakiya li Mexmûrê di roja 900’an de bi biryardarî dewam dike
Çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ku li ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja 900’an de bi biryardariyek xurt didome. -
Mamostayên Xozistanê banga mezinkirina xwepêşandanan kirin
Mamostayên Parêzgeha Xozistan ya Îranê bi daxuyaniyekî banga mezinkirina xwepêşandanan kirin. -
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê protesto di roja 8’an de ne: Herî kêm 17 kes hatin qetilkirin
Hat ragihandin ku di roja 8’an a protestoyên li dijî krîza aborî de, herî kêm 17 çalakvan hatin qetilkirin û 582 kes hatin binçavkirin. -
Li Îlamê 4 Kurd hatin qetilkirin, 30 kes jî birîndar bûn
Li bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê, li bajarokê Melekşahê herî kêm 4 Kurd ji aliyê hêzên dewletê ve hatin kuştin, 30 kes jî birîndar bûn. -
YRK'ê şehadeta Helo Sûrên eşkere kir
YRK'ê nasnameya Helo Sûrên eşkere kir ku li Asosê dema bi erka xwe radibû şehîd bû û soza xwe dubare kir ku têkoşa ji bo civaka demokratîk û azadiyê mezin bikin. -
Dayikên Aştiyê: Vekirina deriyên Îmraliyê wê pêvajoyê xurtir bike
Dayikên Aştiyê destnîşan kirin ku ji bo pêvajo bi lez bi pêş ve biçe divê deriyên Îmraliyê li hemû beşên civakê bêne vekirin û gotin, "Divê muxtabê vê pêvajoyê karibe fikrên xwe yên li ser her qadê bi gel re parve bike, bersivê bide nêrîn û pirsên gel." -
Karasû: Tu paşverûtî nikare li ber enerjiya têkoşîna jinan bisekine
Karasû bang li ciwanan kir ku mîna Kemal Pîr perwerde, rêxistin û çalakiyê bi hev re bimeşînin û got, avaniya komunal a demokratîk wê bi pêşengiya jinan pêk were. Karasû destnîşan kir ku divê Tirkiye di mijara Sûriyeyê de bi hestyar û rastîn tevbigere. -
PJAK: Şehîdên Melikşahî sembola berxwedana Zagros û Kurdên azad in
Hevserokatiya PJAK’ê piştgirî da gelên Kirmaşan, Îlam, Luristan, Hemedan û Bextiyariyê ku serî rakirine. PJAK’ê destnîşan kir ku şehîdên Melîkşahî, Îlam û Kirmaşan dilê lêder yê Kurdistanê û şehîdên şoreşa rastîn a gelên Zagrosê ne.” -
Li Xarpêtê bi mezinahiya 4.7 erdhej pêk hat
Li navçeya Baskîl a Xarpêtê bi mezinahiya 4.7 erdhej çêbû. -
Li Rojhilat di protestoyan de gelek kes hatin qetilkirin
Li gelek bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, protestoyên ku li dijî xirabbûna aboriyê dest pê kirine bi hêz berdewam dikin. Li bajarên Melekşa, Şîraz û Hemedanê gelek kes ji aliyê hêzên Îranê ve hatin qetilkirin. -
Sala 2025’an 32 kolberên Kurd hatin qetilkirin
Kolber News’ê bîlançoya 2025’an a têkildarî binpêkirin û êrîşên li ser kolberên li Rojhilatê Kurdistanê eşkere kir. Li gorî raporê, 32 kolber hatin qetilkirin û 38 kolber jî birîndar bûn. -
Xizmên windayan li sê bajaran çalakiyên xwe domandin
Xizmên windayan û ÎHD ku li sê bajaran çalakî lidar xistin, li aqûbeta Fethî Yildirim û Mehmet Şîrîn Maltû pirsîn û li kiryarên Nazmi Çaçan pirsîn. -
Rewşa tenduristiyê ya du girtiyên siyasî yên Kurd di xeteriyê de ye
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku rewşa du girtiyên siyasî yên Kurd ku li Girtîgeha Ûrmiyê têne girtin, krîtîk e û rayedarên girtîgehê xizmetên tenduristiyê ji nade wan. -
Rojnamevan Şêrwanî: Li girtîgehên PDK’ê, di qawişek 10 kesî de 25-30 kes tên girtin
Rojnamevan Şêrwan Şêrwanî di peyama xwe ya derbarê girtiyên li girtîgehên PDK’ê de got, “Di girtîgehan de, di her qawişek 10 kesî de 25-30 kes tên girtin û amûrên germkirinê nîne.” -
Li Dihokê agir bi kampeke koçberên Şengalî ket
Li Kampa Şarya ya Dihokê ku koçberên Şengalî lê dimînin, agir bi 3 konan ket. -
Salîha Zorlû: Kedkar di nava xizaniyê de hatin hiştin
Hevseroka Şaxê Hejmara 1'emîn a Amedê ya Egîtîm-Senê Salîh Zorlû nerazîbûn nîşanî mûçeyê kêmtirîn ê ji bo sal a2026'an da û diyar kir ku mûçeyê hate eşkerekirin di bin sînorê birçîbûnê de maye, bi vî rengî kedkar mehkûmê xizaniyê hatine kirin. -
Li Sine înternet û torên ragihandinê qut bûn
Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ji ber berf û bahozê têkiliya bi dehan gundan qut bû û xizmetên înternetê jî qut bûn. -
Karasû: Heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, wê zemîna darbeyê her tim hebe
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû salek ji Pêvajoya Aştî ya û Civaka Demokratîk, berpirsyarên dewlet û civakê, rê û rêbazên têkoşîna li dijî hêz û derdorên li dijî çareseriyê ji ANF'ê re vegot. -
PJAK: Berxwedana gel wê bi yekîtiya demokratîk bi ser bikeve
Meclisa PJAK’ê piştgiriya xwe ya ji bo hemû hewldanên demokratîk yên dijî dîktatoriyê ragihand û diyar kir ku berxwedana gel wê bi yekîtiya demokratîk bi ser bikeve.