Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Şêniyên Duhok û Qeladizê ji bo Rojava rabûn ser piyan

Xelkê Devera Şerwêt û Mengurayetî ya ser Qeladizê û Şêxan a ser bi Dihokê daketin qadan û piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana Rojava anîn ziman.

Li devera Şerwêt û Mengurayetî ya ser bi navçeya Qeladizê daketin qdan û bi çalakiyekê piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê kir.

Di çalakiyê de ji mamoste bigirin heta xwendevan û welatî daketin qadan û bi dirûşman dilsoziya xwe ya bi Rojava re anîn ziman.

Li aliyê din li bajarokê Şêxan a ser bi Duhokê jî gelek welatî daketin qadan û piştgiriya xwe ya ji bo Rojava anî ziman. Di çalakiyê de hate gotin ku ya li Rojava rû dide li dijî hemû Kurdan e û ev hate gotin: “Ji bo wê divê bi yek deng û yek rêz xwedî helwest bin.”