KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Xebatên Mitînga Hêvî û Azadiyê bêyî navber dewam dike
Beriya Mitînga Hêvî û Azadiyê ku wê li Amedê were lidarxistin, li seranserê bajer amadekarî dewam dikin. Hevserokê DEM Partî yê Amedê Abbas Şahîn diyar kir ku banga mitîngê li qadê bersiveke xurt girtiye. -
Bi hinceta protestoya 'Tişrînê' endamê rêveberekî DEM Partiyê kete ber lêpirsînê
Bi hinceta ku êrişên li ser Bendava Tişrînê şermezar kiriye, endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Abdullah Gungen bi îdîaya "propagandaya rêxistinê" kete ber lêpirsînê. -
TAJÊ: Heta ku Rêber Apo azad bibe têkoşîna me wê dewam bike
Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi wesîleya sersalê daxuyaniyek da û daxwaza azadiya Rêber Apo kir. -
QSD'ê bîlançoya salekê ya têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê bîlançoya operasyonên ewlekarî û leşkerî yên li dijî DAÎŞ'ê ya sala 2025'an eşkere kir. -
Meşek ji Merîwanê heta Dersimê: Aso Baran*
Aso ku kete bin bandora xwezaya bêhempa ya Dersimê û welatparêziya gelê wê ku bi berxwedêriyê re bû yek, ji bo hêjayî têkoşîna vî gelî bibe her tim hewl da. -
Koma 175’an çalakiya nobetê ya li Mexmûrê dewr girt
Çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ku li ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja 895’an de bi koma 175’an didome. -
Ji KNK’ê peyama sersalê
Konseya Rêveber a KNK’ê bi peyamekê sersal li her kesê pîroz kir û got, “Di vê dema hesas de, divê hêzên Kurdistanî bi baldarî tevbigerin û li ser vê rewşê nîqaşan bikin û kûr bibin. Pêwîstî bi yek dengî, yekîtî û hevkariyê heye.” -
Malbatên Roboskî: Em edaletê dixwazin
Di ser qetilkirina 34 sivîlan a bi balafirên şer de ku 19 ji wan zarok bûn, 14 sal derbas bûn. Berpirsyarên komkujiyê hîn jî nehatine darizandin. Malbatan li ser gorên xizmên xwe ew bi bîr anîn û daxwaza xwe ya edaletê dubare kirin. -
'Mafê hêviyê bêyî derengxistinê divê bi cih bê anîn, pêşî li aştiyê bê vekirin'
Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît destnîşan kir ku 'Mafê hêviyê' divê tavilê bi cih bê anîn û ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadiyê' ya 4'ê Çileyê ya li Amedê banga tevlîbûnê kir. -
Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê protestoyên li dijî bêdaletiyê
Li gelek bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê karmend, mamosta, kedkar û çalakvanên siyasî ji bo daxwazên xwe daketin qadan û li ber avahiyên walîtiyê kom bûn. -
Ezîze Muradiyan 8 roj in di greva birçîbûnê de ye
Hat ragihandin ku jina Kurd Ezîze Muradiyan a xelkê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, li dijî binçavkirinê 8 roj in dest bi greva birçîbûnê kiriye. -
Ji Serhedê banga ji bo mîtîngê: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo şert e
Hilbijartiyên bajarên Serhedê ji bo mîtînga "Hêvî û Azadiyê" banga tevlîbûnê kirin ku wê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di 4'ê Çileyê de li Qada Stasyonê ya Amedê pêk were. -
Li Mêrdîn û Şirnexê rê hatin girtin: Xwendekar asê man
Li Mêrdîn û Şirnexê ji duh bi şev heya niha ji ber berfa zêde gelek rê hatin girtin. Hat ragihandin ku gelek xwendekar di rêyan de asê man. -
PJAK’ê ji bo diyarkirina aqûbeta Heval Şahîn bang kir
PJAK’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hevrêyê wan Muhsin Qadirî (Heval Şahîn), li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên Îranê ve dîl hatiye girtin û agahî jê nayê girtin. -
Li zozanên Lolanê 21 kes ji ber berfê winda bûn
Berfa ku zêde dibare li Kurdistanê bandoreke neyînî li jiyana rojane dike. Li zozanên Lolanê yên navçeya Sîdekan a Hewlêrê agahî ji 21 kesan nayê wergirtin. -
Cemal Şerîk: Hevala Berfîn miroveke zana bû ku rê nîşan dida
Ji kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiyê Cemal Şerîk, şehîd Berfîn Nûrhaq di 4’emîn salvegera şehadeta wê de bi bîr anî û got: “Di nav gel de hinek mirov hene, bi dîtinên xwe rê nîşan didin. Hevala Berfîn bi rastî jî miroveke zana bû.” -
Şehîdên Roboskiyê li Mexmûrê hatin bibîranîn
Şêniyên Mexmûrê komkujiya Roboskî ya ku di 2011’an de ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû pêkanîn şermezar kirin û destnîşankirin ku ew ê heta pêkanîna edaletê têkoşînê bidomînin. -
Bi girseyî serdana sersaxiyên li Amedê hatin kirin
Bi girseyî serdana sersaxiyên ku ji bo gerîlayên PKK’ê Turkan Adiyaman, Cengîz Adiyaman, Mûrat Adiguzel û Bunyamîn Yildiz ên di dîrokên cuda de şehîd bûne li Amedê hatin danîn, hatin kirin. -
Ji ber berfê deriyên sînor Kêlê û Hacî Omeran hatin girtin
Ji ber berfa zêde deriyên sinorî yên Kêlê û Hacî Omeran li trafîkê hatine girtin. -
Şehîd Orhan Kobanê hate veşartin
Cenazeyê şevanê Hêzên Komando yên QSD'ê şehîd Orhan Kobanê li Kobanê bi merasîmekê li Şehîdgeha Şehîd Dîcle hate veşartin. -
Tulay Hatîmogûllari: Aştî bi hesabdayina Komkujiya Roboskî dikare pêk were
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di bîranîna Komkujiya Roboskî de axivî û destnîşan kir ku aştiyeke bi rûmet û mayinde tenê bi eşkerekirina heqîqetan dibe û banga rûbirûbûna bi Roboskî re li dewletê kir. -
Li herêma Serhedê rêya 3 hezar û 46 gundan ji ber berfê hate girtin
Ji ber berfê li Wan, Agirî, Mûş û Colemêrgê rêya 3 hezar û 46 gundan hate girtin. -
Li Rojhilatê Kurdistanê pêla girtinê
Li bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê 2 kes hatin girtin, 3 kes jî bêyî biryara dadgeriyê hatin binçavkirin. -
Li Hewlêrê lehî rabû
Barana ku li seranserê Herêma Kurdistanê dibare, li hin taxên Hewlêrê bû sedema lehiyê. -
Li Rojhilatê Kurdistanê 2 kolber ji ber aşûtê mirin
Li Rojhilatê Kurdistanê ji ber ketina aşûtê 2 kolberan jiyana xwe ji dest dan, 2 jî bi giranî birîndar bûn.