KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Êlihê li dijî êrîşên çeteyan meş
Gelê Êlihê dorpêça polîsan şikandin û li dijî êrîşên çeteyên HTŞ’ê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşiyan. -
Xelkê Mexmûrê li dijî êrîşên li ser Rojava mitîngek li dar xist
Xelkê Wargeha Mexmûrê li dijî êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê ku ji 6’ê Çileyê ve destpêkiriye û bi dijwarî berfireh û didome mitîngek li dar xistin. -
Li Şengalê li dijî xeteriyên li ser herêmê bang hate kirin
Êzidiyên Şengalê bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê li dijî êrişên li ser Rojava û xeteriyên çeteyên bi piştgiriya hêzên navnetewî li dijî Iraq û Şengalê meşiyan. Di meşê de li dijî êriş û xeteriyan banga hevgirtinê li hemû Êzidiyan hate kirin. -
Ciwanên Êzidî bersiva banga seferberiyê dan
Yekîtiya Ciwanên Êzidî bi daxuyaniyeke çapemeniyê bersiva banga seferberiyê ya Rêveberiya Xweser a Rojava û KCK’ê ya li dijî êrişên çeteyên Colanî û dewleta Tirk da û hate gotin, ew ji seferberiyê re amade ne. -
Endamê Rêveberiya YNK’ê ji bo Rojava banga piştevaniyê kir
Endamê Rêveberiya YNK’ê Salar Mehmud diyar kir ku Suriye bêyî dayîna mafên Kurdan aram nabe û got, “Piştgiriya ji bo Rojava di heman demê de xurtkirina statûya Herêma Kurdistanê ye.” -
Em ê bi ruhê azadiyê li her derê li ber xwe bidin!
Platforma Saziyên Demokratîk, Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk û partiyên Kurdî têkildarî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî dan û gotin, "Em ê bi ruhê azadiyê li her derê li ber xwe bidin, li qadan bin." -
Alimê olî Şik: Mercê aştiya mayinde azadiya Rêber Apo ye
Oldar Mahmût Şik diyar kir ku pêvajoya aştiyê bi gavên yekalî nikare bi pêş ve biçe û got, "Mercê esasî yê aştiyeke bi rûmet û mayinde azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye." -
‘Bila dêriyê sînor ê Sêmalka ji bo piştevaniya Rojava were vekirin’
Nûnerê PYD’ê yê Başûr Cawîdan Kemal ku di daxuyaniya çapemeniyê ya Silêmaniyeyê de axivî, bang li rêveberiya Başûr kir ku dêriyê sînor ê Sêmalka ji bo gel were vekirin û her wiha bang li xelkê Başûr kir ku piştgirî bidin Rojava. -
Xelkê Silêmaniyê li dijî êrîşên li ser Rojava li ser piyan e
Xelkê Silêmaniyê bi xwepêşandaneke girseyî piştevaniya xwe ya bi berxwedana Rojava re anî ziman û bang li aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê kir ku hewlesta xwe bi awayekî zelal nîşan bidin. -
Cenazeyê şehîd Helo Sûrên li Şarezûrê hate veşartin
Cenazeyê şervanê YRK'ê Helo Sûrên bi merasîmekê li Şarezûrê hate veşartin. -
KCK: Divê Kurd tevlî vî şerê hebûn û rûmetê bibin!
KCK: Ev êriş komployek li dijî Kurdan hemûyan e. Lewma divê her Kurd van êrişan li dijî xwe bibîne û helwest û yekîtiya neteweyî tam di vê demê de nîşan bide. Divê gelê me bersivê bide banga seferberiyê. -
Muhsîn Osman: Berxwedana Helebê ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd mîladek e
Muhsîn Osman ragihand ku berxwedana li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, gelê Kurd bi rengê xwe hemûyan li dora ruhekî neteweyî li hev civand û got, "Gelê me divê li ser vî ruhê neteweyî dîrokeke nû binivîsîne." -
Şehîdên Helebê li Silêmaniyê bi merasîmekî girseyî hatin bibîranîn
Qehremanên ku di parastina taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê de şehîd bûn, li Silêmaniyeyê bi merasîmekî girseyî hatin bibîranîn. -
Şandeya Rojava bi Nêçîrvan Barzanî re rûnişt
Şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ku ji bo hevdîtinê çûn Hewlêrê, bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re rûnişt. -
Xelkê Koyê ji bo piştevaniya bi Rojava û Rojhilat re meşiyan
Xelkê navçeya Koyeyê li dijî êrişên çeteyên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li ser Rojavayê Kurdistanê û Kurdan meşek girseyî lidar xist. -
Êrîşên çeteyan hatin protestokirin
Li Êlih û Xarpêtê êrîşên çeteyên Hikûmeta Demkî ya Şamê hatin protestokirin. -
Bi girseyî serdana taziya Celal Baymış hat kirin
Bi girseyî serdana taziyeya ku ji bo milîtanê Apoyî Celal Amed (Celal Baymiş) hate danîn, hat kirin. -
Li Cizîrê bi hezaran kes meşiyan: Rojava berxwedan e
Li Cizîrê bi hezaran kes li dijî êrişên ser Rojavayê meşiyan. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir ku di meşê de axivî, banga rawestandina dijminatiya li dijî Kurdan kir. -
YNK û Tevgera Nifşê Nû têkildarî avakirina hikûmetê li hev kirin
Serokê YNK’ê Bafil Talebanî û Serokê Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwahid ragihandin ku wan di derbarê çawaniya beşdarbûna di avakirina hikûmetê de lihevkirine. -
Xizmên windayan li 3 bajaran hatin ba hev
Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li 3 bajaran ji bo Hrant Dînk û Abdullah Canan hatin ba hev. -
Lîderê YNK’ê bi Tevgera Nifşê Nû re civiya
Şandeyek YNK’ê bi serokatiya Bafil Talebanî li gel şandeya Tevgera Nifşê Nû li bajarê Silêmaniyê civiyan. Rojeva civîna wan ji nû ve çalakirina Parlamentoya Herêma Kurdistanê ye. -
YRK’ê nasnameya gerîlayê şehîd eşkere kir
Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) şehadeta Serdar Xoresan eşkere kir. -
Li Kerkûkê provokasyon: Êrişî wêneyê Ziyad Heleb kirin
Wêneyê şehîd Ziyad Heleb ku roja Pêncşemê ji aliyê komek ji ciwanên welatparêz ên Kerkûkî ve hate daliqandin, bû hedefa êrişa komeke Tirkmen. -
Welatiyan mizgeft terikandin û mela protesto kirin
Li mizgefteke Silêmaniyê welatiyan gotinên melayekî yên derbarê şervanan de protesto kirin û mizgeft terikandin. -
'Xelkê Şengalê li hemberî her xeteriyê divê rêxistiniya xwe xurt bike'
Hevserokê Şaredariyên Gel ên Şengalê Xwedêda Îlyas û Endama Kordînasyona TAJÊ Riham Hesen li hemberî dijwarbûna şerê li Kurdistanê û planên li dijî îradeya gelan ji Şengaliyan xwestin ku xwe ji her rewşê re amade bikin.