KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
HPG: Em şehîdên xwe yên têkoşînê yên sala 2023'an bi hurmet bi bîr tînin
Hêzên Parastina Gel (HPG) gerîla Eşref Ferhat Sipkî, Agir Serhed û Yilmaz Ereb ên sala 2023'an li Heftanîn û Zapê şehîd bûn bi bîr anî. -
MXDŞ’ê Dr. Berhem Ehmed Salih pîroz kir û ew vexwend Şengalê
Rêveberiya Xweser û Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) ji ber erka nû ya Birêz Dr. Berhem Ahmed Salih ya ji bo Komîseriya Bilind a Kar û Barên Koçberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ew pîroz kir. -
Parlak: 'Mafê hêviyê' wê civakîbûnê hêsan bike
Parlamenterê Colemêrgê yê DEM Partiyê Vezîr Coşkûn Parlak got, bicihanîna "mafê hêviyê" wê karê civakîbûna aştiyê hêsan bike. -
Xelkê Mexmûrê ku di bin dorpêçê de ne, ji bo mafên xwe meşiyan
Şêniyên Mexmûrê ku di bin dorpêça Iraq û Herêma Kurdistanê de ne, li dijî binpêkirin û nedayîna mafên esasî yên jiyanê meşiyan û destnîşankirin ku ger daxwazên wan neyên bicihanîn wê çalakiyên wan ên demokratîk dewam bikin. -
Li Êlihê ji bo gerîlaya YJA Starê Zîlan Yilmaz teziye
Li Êlihê ji bo gerîlaya YJA Starê Zîlan Yilmaz (Siyajin Heskîf) ku di 27’ê Tebaxa 2019’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibû teziye hat danîn. -
Li zindanên rejîma Îranê girtiyekî din jiyana xwe ji dest da
Girtiyê siyasî yê Kurd Wehîd Omer ji ber ku nehat dermankirin li zindana rejîma Îranê jiyana xwe ji dest da. -
Qirkirina jinên bê gor hatin hiştin: Komkujiya Mereşê
Li gel ku 47 sal di ser Komkujiya Mereşê re derbas bûn, hîn jî heman êş û hêrs bi mirovan re heye. Di komkujiyê de 17 jin bi rengekî hovane hatin kuştin. Pênc ji wan gora wan qet nehat dîtin. -
Nameya ku jê re nehate dayin 'sûc' hate nîşandan: Berdana wê 22 mehan hate taloqkirin
Rozerîn Kalkan ku berdana wê 2 caran bi giştî 22 mehan hate taloqkirin got, "Zext dewam dikin. Ev bêhiqûqî divê êdî bi dawî bibe." -
Nobeta Mexmûrê: Ji bo serketina pêvajoyê pêwîstî bi başkirina şert û mercên Rêbertî heye
Çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja 885’an de bi koma 173’an didome. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku ji bo serketina pêvajoyê pêwîstî bi başkirina şert û mercên Rêbertî heye. -
Cenazeyê şervanê enternasyonalîst yê YPG’ê Fûad Mûstefa Sûltanî hat veşartin
Cenazeyê şervanê enternasyonalsît yê YPG’ê Fûad Mûstefa Sûltanî (Resûl Tûde) ku di 9’ê Kanûna 2025’an de dema li Silêmaniyeyê dihat dermankirin şehîd bû, li Binarê Qendîlê bi merasîmekî girseyî hate veşartin. -
Serokê YNK’ê: Divê hikûmeteke xurt were avakirin
Serokê YNK’ê Bafil Talebanî di civîna li gel Emîndarê Giştî yê Tevgera Babilyon Reyan Kildanî de, diyar kir ku ew dixwazin hikûmetek xurt û bi bandor a Iraqê were avakirin. -
Ji bo şehîd Elîşêr Feraşîn taziye
Li Wanê ji bo Elîşêr Feraşîn (Sedat Işik) ê li Zapê şehîd bû, taziye hat danîn. Gelek kes çûn serdana taziyeyê. -
Hêzên Îranê ji heman malbatê 3 kes binçav kirin
Li bajarê Urmiye yê Rojhilatê Kurdistanê ji heman malbatê 3 kes ji aliyê hêzên Îstixbarata Îranê ve hatin binçavkirin. -
Li Pênciwênê çalakvanên jîngehê hatin bibîranîn
Tîma Zagrosane li Pênciwên bi girseyî çûn serdana gorên şehîdên jîngehê û diyar kirin ku ji bo parastina jîngehê wê kar û xebatên xwe bidomînin. -
Arkaş: Serok ji bo aştiyê bi biryar e, heta dawiyê jê bawer bin
Çetîn Arkaş li navçeya Sûr a Amedê di civîna gel de axivî û anî ziman ku ew ne xweşbîn ne jî reşbîn e, lê "rasteqîn" e û got, "Serok di aştiyê de bi biryar e. Heta dawiyê jê bawer bikin." -
Taybet Înan û 29 kes di salvegera 10'emîn de hatin bîranîn
Taybet Înan û 29 kesên li navçeya Silopiya ya Şirnexê di qedexeya derketina derve ya 35 rojan de hatin qetilkirin ku 14'ê Kanûna 2015'an hatibû ragihandin, hatin bîranîn. -
Taziyeya şehîd Ronî Çiya Alîdaş bi girseyî hate ziyaretkirin
Ji bo gerîlayê HPG'ê Ahmet Tûrkan Kaya (Ronî Çiya Alîdaş) ku sala 2022'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, li nvaçeya Rêzan a Amedê taziye hate danîn. -
KNK: Cejna Êzî pîroz be
KNK'ê cejna Êzî li civaka Êzidî û tevahiya mirovahiyê pîroz kir û ji bo jinûve avakirina Şengalê bang kir. -
Şehîd Berfîn Nûrhaq: Piştî ku min PKK nas kir min got, ez dev ji vê têkoşînê bernadim
Berfîn Nûrhaq a ku qala zarokatiya xwe ya beriya Komkujiya Mereşê dike, dibêje ku ‘piştî min PKK nas kir min got, yên vedigerin bila vegerin, ez ji rêya xwe venagerim û ez ketim rêya têkoşînê.’ -
Fermandariya YBŞ'ê cejna Êzî pîroz kir
Fermandariya YBŞ'ê cejna Êzî pîroz kir û biryardariya xwe ya ji bo bicihanîna erkê parastina Şengalê dubare kir. -
HPG: Em Şoreş, Siyajîn, Elîşêr, Egîd, Aram û Cernas Şemîr bi rêzdarî bi bîr tînin
Hêzên Parastina Gel (HPG) 6 gerîlayên ku sala 2019’an di berxwedana li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûne, bi bîr anî. -
Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cejna Êzî pîroz kir
Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cejna Êzî pîroz kir û ev bang kir: “Em plan û projeyên dijminan pûç bikin, xweserî û statûya Şengalê bi hikûmeta Iraqê û hêzên navneteweyî bidin qebûlkirin û misogerkirin.” -
Li Amedê civîna gel: Em ê ji bo aştiyek mayînde hevrû bibin û hev helal bikin
Platforma Saziyên Demokratîk di çarçoveya ‘Hevdîtinên Aştî û Civaka Demokratîk’ de li Bismilê bi gel re civîn lidar xist. -
Eyşe Şan di 29’emîn salvegera wefata xwe de hate bîranîn
Hunermenda Kurd Eyşe Şan di 29’emîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe ya li Yenîkoyê bi merasîmekê hate bîranîn. -
Îranê 4 Kurd binçav kir
Malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranî ragihand ku 4 Kurd bêyî biryara dadgehê ji aliyê dewleta Îranê ve hatin binçavkirin.