YNK: Em êrişên li ser gelê Rojava qebûl nakin

Buroya Siyasî ya YNK'ê bal kişand ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên Colanî û got, "Beriya her tiştî em bêdengiya li pêşberî vê êrişa li ser gelê me û êrişan qebûl nakin."

Buroya Siyasî ya Yekîtiya Niştîmanî Kurdistanê (YNK) li ser êrişên li Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da.

YNK’ê fikarên xwe yên di derbarê êrişan de anî ziman û dilsoziya xwe ya bi gelê Rojavayê Kurdistanê ku li şûna cîhanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kirin, destnîşan kir.

YNK’ê bêdengiya li hemberî êrişa li Rojava şermezar kir û got: “Careke din piştevaniya xwe ya ji bo gelê xwe nîşan didîn. Vê xeteriyê weke li ser xwe dibînînî.”