5 rêxistinên jinan ên Rojhilatê Kurdistanê ji bo Rojava peyamek hevpar dan

5 rêxistinên jinan a li Rojhilatê Kurdistanê, destnîşan kirin ku ji bo piştgiriya Rojava pêdivî bi mudaxeleya navneteweyî ya lezgîn heye û êrîşên li ser gelê Kurd a li Rojava şermezar kirin.

Rêxistinên jinan, di peyama xwe de diyar kirin ku çekdarên Ereb dest bi êrişên li dijî Rojavayê Kurdistanê kirine û sûcên dijî mirovane yên van koman ve dişibe îdeolojiya DAIŞ’ê.

Rêxistinên jinan, destnîşan kirin ku jin, dayik û jinên ciwan ên gelê Kurd hertim di bin hedefên destpêkê yên van êrîşan.

Di peyamê de wiha hate gotin: “Em wekî rêxistinên jinan ên Rojhilatê Kurdistanê, êrişên hovane yên li dijî gelê Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin û daxwaz dikin ku Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî li dijî van sûcan helwestek cidî nîşan bidin û demildest muxadele bikin.

Peyama hevpar ji aliyê van rêxistinan ve dayîn:
Rêxistina Azadiya Jinên Kurdistanê (Nina)
Rêxistina Jinên Kurd – Jinên Komela
Tevgera Jinên Kurdistana Îranê
Koordînasyona Komelgeha jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR)
Yekîtiya Jinên Demokratîk ên Kurdistana Îranê