Li gelek bajarên Kurdistanê gel ji bo Rojava daket qadan

Platforma Saziyên Demokratîk li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê bi meş û mîtîngan êrişên çeteyên HTŞ'ê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir. Di çalakiyan de piştgirî ji banga seferberiyê re hate dayin.

Li Sêrtê girseya gel li ber avahiya DEM Partiyê li hev kom bû. Polîsan bi gavên îsotê û TOMA êriş bir ser gel. Li gel êrişê jî bi hezaran kes meşiyan û piştgirî dan berxwedana Rojava.

Parlamentera Sêrtê ya DEM Partiyê Sabahat Erdogan Saritaş li çalakiyê axivî û anî ziman ku Rojava ji bo gelê Kurd xwedî girîngieyke mezin e, lewma berxwedana li dijî êrişan wê dewam bike.

Li Dersimê li Kolana Hunerê daxuyaniyek hate dayin û hate ragihandin ku êriş bi taybetî li dijî jin û zarokan têne kirin.

Rêveber û parlamenterên DEM Partiyê tevlî çalakiyê bûn û diyar kirin ku êriş sûcê li dijî mirovahiyê ye û nerazîbûn ji polîtîkayên Tirkiyeyê re hate nîşandan.

Li Çewlîgê di meşê de pankarta bi nivîsa "Rojava nikare bê teslîmgirtin" hate hildan û di meşê de dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava" û "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan" hatin qîrîn. Li Qada Bajêr daxuyaniyek hate dayin û ji bo rawestandina êrişan bang hate kriin.

Li navçeya Bismil a Amedê jî li Qada Bajêr daxuyaniyek hate dayin û hate ragihandin ku êrişên li ser Rojava sûcê li dijî mirvoahiyê ye, gelê Kurd ê Rojava jî çepera berxwedan û rûmetê ye.