Yekîneya Antî Teror a Silêmaniyeyê gihîşt Rojava

Yekîneya Antî Teror a Silêmaniyeyê gihîşt Rojava. Yekîne ji aliyê Yekîneyên Antî Terorê (YAT) ya Rojavayê Kurdistanê ve hatin pêşwazîkirin.

Di çarçoveya bersivdayîna banga seferberiya giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişên çeteyên hikûmeta demkî ya Şamê û dewleta Tirk a dagirker ragihandî, Yekîneya Antî Teror a Silêmaniyê xwe gihand Rojavayê Kurdistanê. 

Wêneyên Yekîneya Antî Teror a Silêmaniyê, ji aliyê malpera Yekîneyên Antî Terorê (YAT) ya Rojavayê Kurdistanê ve hatin belavkirin.

Her wiha Yekîneyên Antî Terorê ji bo amadebûna wan a ji bo parastina gelê Kurd û di şert û mercên herî dijwar de li kêleka YAT’ê sekinîn spasiya Antî Teror a Silêmaniyê kir.