Nobeda li ser sînorê Qamişloyê: Rojava rûmeta me ye, em ê biparêzin

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, li hemberî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê çalakiya nobedê 2 roj in dewam dike.

Bi hezaran kes li ser sînorê Qamişloyê li hev kom bûn, nerazîbûn nîşanî êrişan dan û pişgirî dan Rojava.

Çalakiyê 20'ê Çileyê roja Sêşemê destpê kir. Tê payin ku Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan beşdarî çalakiyê bibe. Girseya gel a li qadê bi dirûşman êrişên li ser Rojava şermezar kir.

Di çalakiyê de hate ragihandin ku ew ê êrişên li ser Rojava qebûl nekin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, Tirkiye, Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê hevparê êrişan e û hate destnîşankirin ku bi van êrişan re îradeya gelê Kurd nikare bê şikandin.

Çalakgeran diyar kirin ku wê têkoşîna xwe dewam bikin û piştevaniya bi gelê Rojava re mezin bikin.

Çalakgeran bang li raya giştî jî kirin û gotin, "Îro her der Rojava ye. Divê piştgirî ji Rojava re bê dayin. Divê gelê Rojava bi tenê neyê hiştin. Rojava rûmeta me ye. Em ê biparêzin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku gelê Kurd wê teslîmiyetê ti carî qebûl neke û hate gotin, "Îro ne roja rûniştina li malê ye. Îro roja xwedîderketina li Rojava ye. Bila her kes zanibe; gelê Kurd ti carî teslîmiyet qebûl nekir, wê ji niha û pê ve jî qebûl neke."