KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Şehîd Merwan Bedel li Şengalê hate bîranîn
Şehîd Merwan Bedel di salvegera 4'emîn a şehadeta xwe de li gundê Kersê yê Şengalê bi merasîmekê hate bîranîn. -
Ciwanekî li Lacanê birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da
Yek ji kesên ku di encama êrişa hêzên PDK'ê de li gundê Lacanê birîndar bûn, jiyana xwe ji dest da. -
'Aryen Arê mîna kelehekê bû; xwe li rêgezên azadiyê razandibû'
Ji fermandarên HPJ'ê Viyan Helo şehîd Aryen Arê bi bîr anî û diyar kir ku fermandar Aryen Arê mîna kelehekê bû ku qet nedihate hejandin û xwe li rêgezên azadiyê razandibû. -
Bertek nîşanî biryara domandina girtina Akiş dan: Darbeya li îradeya gel didome
Biryara domandina girtina Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ê ku peywira wî hatibû desteserkirin û rehîn tê girtin, hat protestokirin. Parlamenter Onûr Duşunmez diyar kir ku darbe didome. -
PDK’ê hêzek mezin bi çekên giran şandin Lacan û Xebatê
Li gorî Rojnewsê, PDK’ê hêzek mezin bi çekên giran li gundê Lacan û navçeya Xebatê bi cih kiriye. Niştecihên herêmê ji ber zext, lîsteyên binçavkirinê û qedexeyên medyayê bi fikar in. Di aloziya ku di 27’ê Mijdarê de dest pê kir de kesek jiyana xwe ji des -
Cenazeyê Dayika Aştiyê Aliye Tîmur li Colemêrgê hat veşartin
Cenazeyê Dayika Aştiyê Aliye Tîmur ku encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da, ji hêla sedan kesî ve hat veşartin. -
Hêzên Îranê jineke Kurd binçavkirin
Hate ragihandin ku li bajarê Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê jineke Kurd a bi navê Ezîze Mûradiyan bêyî biryara dozgeriyê ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye binçavkirin û agahî jê nayê girtin. -
Heyeta Çavdêriya Darayî li Herêma Kurdistanê ye
Şandeyeke Dîwana Çavdêriya Darayî ya Iraqê di çarçvoveya yasaya budceyê de ji bo çavdêrîkirina daneyên aborî yên Herêma Kurdistanê gihişte Herêma Kurdistanê. -
HPJ'ê şehîd Aryen Arê û Êrîş Berxwedan bi bîr anî
HPJ'ê fermandar û gerîla Aryen Arê û Êrîş Berxwedan di salvegera 2'yemîn a şehadeta wan de bi bîr anî û diyar kir ku wê xwedî li xeyal û armancên şehîdan derkevin. -
Loqman Hesen: Birêz Ocalan muxatabê aştiyê û nûnerê meseleya Kurd e
Çavdêrê siyasî Loqman Hesen bal kişand ser girîngiya serdana komîsyona meclîsê ya li Îmraliyê û got, “Bi vê serdanê re hate qebulkirin ku Birêz Ocalan aktorekî xwedî îrade, muxatabê aştiyê û nûnerê esas ê meseleya Kurd e.” -
CPJ û Navenda Metro êrişa hêzên PDK'ê ya li hemberî rojnamevanan şermezar kirin
CPJ û Navenda Metro êrişa hêzên PDK'ê ya li hemberî rojnamevanên ku bûyerên li gundê Lacanê dişopandin, şermezar kirin. -
HPG-NRÇ: Em şehîdên fedayî yên têkoşîna 2022’yan bi rêzdarî bi bîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’Ê (HPG-NRÇ) “pêşengên fedayî Sîdem Egîd, Bozan Kendal Kerboran, Zagros Hêvî, Şoreş Tebqa, Zagros Med û Yilmaz Dersim” ên ku sala 2022’yan şehîd bûne, bi bîr anî û ji gelê Kurdistanê re sersaxî xwest. -
'Serketina Kobanê bi saya Masîro Xabûr û hevrêyên wî bû'
Bi hezaran destanên berxwedana Kobanê hene ku hemû bi tîpên zêrîn hatine nivîsandin. Yek ji wan destana Fermandar Masîro Xabûr e. Îsmaîl Elî ku şahidî ji têkoşîna Masîro Xabûr re kir, anî ziman ku serketina Kobanê bi saya Masîro û hevrêyên wî bû. -
Pêvajo hîn negihiştiye girtîgehan: Divê ji krîza hiqûqê derkevin
Xizmên girtiyan diyar kirin ku pêvajo hîn negihîştiye girtîgehan û gotin, "Em li bendê ne ku gav bêne avêtin." Her wiha careke din bang kirin ku ji bo girtiyên nexweş û yên berdana wan hatine taloqkirin pêvajoyeke hiqûqî bê destpêkirin. -
Alavên rojnamevanên ku protestoyên Lacanê dişopandin, hatin desteserkirin
Aloziya di navbera peşmergeyên PDK’ê û şêniyên gundê Lacanê de dewam dike. Hêzên ewlehiyê du caran êrîşî tîma Kanal8 kirin û alavên wan desteser kirin. -
Li dijî komkujiya Elewiyên li Sûriyeyê ji Dersimê banga îradeya hevpar
Platforma Demokrasî û Kedê ya Dersimê ji bo rawestandina êrişên bi rêk û pêk ên li ser Elewiyên li Sûriyeyê û mezinkirina îradeya civakî ya hevpar a li dijî êrişan bang kir. -
Li Lacanê rewşa dawî
Gundiyên Lacanê ku bi zorê ji malên xwe hatin derxistin, şevek bi zehmet derbas kir. Gundiyan li dora gund dest bi vegirtina kon kirin û xwestin, hêzên PDK'ê xwe vekişînin û kesên hatine binçavkirin jî bêne berdan. -
Xelkê Lacanê piştî zexta leşkerî vegeriyan malên xwe
Xelkê Lacanê yê ku ji ber destwerdana bi hezaran hêzên çekdar ên girêdayî PDK’ê neçar man ku gundê xwe vala bikin, piştî rakirina dorpêçê vegeriyan malên xwe. -
Li Mûsil û Duhokê li dijî PDK’ê çalakî hatin lidarxistin
Li Mûsil û Duhokê li dijî destwerdana tund a KDP’ê û bi 5,000 pêşmergeyan dorpêçkirina gundê Lacanê çalakî hatin lidarxistin. -
Bûyera gundê Lacanê çawa dest pê kir û sedem çi ye?
Li gundê Lacan ê li ser sînorê Hewlêrê, alozî di navbera hêzên PDK’ê û gundiyan de zêde dibe. Piştî serdegirtina ku bi zêdeyî 5 hezar hêzên çekdar hatiye kirin, gund ketiye bin dorpêçê. Hêzên PDK’ê, şêniyên Lacanê neçarî koçberiyê dikin. -
Şêniyên taxa Xebat li dijî zilma PDK’ê ya li ser Lacanê rabûn
Şêniyên taxa Xebat a Hewlêrê, zilma PDK’ê yên li ser welatiyên gundê Lacanê protesto kirin. Çalakvanan li gelek deverên navçeyê agir pêxistin û hin avahiyên PDK’ê hedef girtine. -
‘Li Raperînê herî kêm 2 hezar ciwan koçî dervey welêt kirin’
Ji destpêka sala 2025’an û vir ve zêdeyî 2 hezar ciwan ji herêma Raperîn koçî dervey welêt kirine. -
Dayika Aştiyê Aliye Tîmûr jiyana xwe ji dest da
Dayika Aştiyê ya Colemêrgî Aliye Tîmûr ku ji bo serdana xizmên xwe çûbû Başûrê Kurdistanê, li bajarê Silêmaniyê krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. -
PDK gundê Lacanê vala dike
Hate ragihandin ku PDK li gundê Lacanê yê Hewlêrê bi rêya gef û zextê gundî ji malên wan derxistiye û gund vala kiriye. -
Girtiyê siyasî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê diyar kir ku girtiYê siyasî yê Kurd Nadir Cameşûranî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da.