Xebatkara Heyva Sor a Kurd Sêvê Akbîngol li Marsîlyayê û birayê wê Tekîn Akbîngol li Stenbolê li nexweşxaneyên ku lê tedawî dibûn di navbera çend saetan de di heman rojê de jiyana xwe ji dest dan.
Seyfeddîn Akbîngol (Sêvê) ku salên dirêj bi awayekî xwebexşane weke xebatkarê Heyva Sor a Kurd xebitî, dema ku ji Parîsê ji bo mêvandariyê çû Marsîlyayê li wê derê ne rehet bû û ew rakirin nexweşxaneyê. Birayê wî Tekîn Akbîngol jî ew demek dirêj bû nexweşxaneyeke Stenbolê tedawiya penceşêrê didît. Her du bira di nava heman rojê de jiyana xwe ji dest dane.
Birayê wan Husamettin Akbîngol jî di nava refên gerîlayan de tevlî karwanê şehîdan bûye. Gelek ferdên ji malbata Akbîngol a welatparêz di nava refên têkoşîna azadiyê de cih digirin. Her wiha keça Seyfeddîn Akbîngol (Sêvê) Nazîfe Akbîngol (Şîlan) jî di nava refên gerîlayan de tevlî karwanê şehîdan bûbû.
Ji ber şert mercên hewayê yên xirab derfet nebû ku cenazeyê her du birayan bibin gundê ku lê ji dayîk bûne û li Stenbolê hatin veşartin.
Konên sersaxiyê yên her du birayan li bajarê Nantes la Jolie yê Fransayê û bajarê Munîh ê Elmanyayê hatin danîn.