Xelkê Derbendîxanê piştgirî dan berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê

Li navçeya Derbendîxanê bi çalakiyekê êrişên hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriye hate şermezarkirin û piştevaniya ji bo berxwedana Rojava hate kirin.

Di saetên êvarî de li pêşiya Çayxaneya Çandî ya navçeya Derbendîxan bi tevlîbûna gelek welatî çalakiyeke ya piştevaniya ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê hate kirin.

Di çalakiyê de êrişên Hikûmeta Demkî ya Sûriye hate kirin û piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê hate kirin.

Bang li partî û hemû aliyên siyasî hate kirin ku bi yek deng û siyasete helwestên xwe nîşan bidin û banga yekîtiya netewî kirin.