Berpirsyarê Têkoşîna li dijî Terorê yê YNK'ê: Kurd destaneke din dinivîsînin

Berpirsyarê Giştî yê Têkoşîna li dijî Terorê yê YNK'ê Wehab Helebceyî nerazîbûn nîşanî êrişên li ser taxên Kurdan ên li Helebê da û destnîşan kir ku Kurd careke din li hemberî van êrişan berxwedaneke dîrokî dikin.

YNK - DAXUYANIYA TÊKILDARÎ HELEBÊ

Rêveberê Rêveberiya Giştî ya Têkoşîna li dijî Terorê ya YNK'ê Wehab Helebceyî derbarê êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker yên Ii ser taxên Şêx Meqsud û Eşrefiyê de peyamek belav kir.

Wehab Helebceyî di peyama xwe de diyarkir ku kesên ku li pişt Ehmed Şerin, li gelek cih û deman dijî Kurdan xwe ceribandin û bi pozê şikestî vegeriyane, lê Kurd hertim weke xwe man û li ser axa xwe man. Encam ji yên berê cûdatir nabe, dîrok dinivîsîne ku artêşa dewletek du taxên Kurdan dorpêç kiriye. Lê encam çi dibe bila bibe, wê destanek din ya serweriya Kurdan bimîne.”