Li Hewlêrê êrîşên li ser Helebê hatin protestokirin
Welatiyên Hewlêrê êrîşên li ser Helebê yên komên çete yên girêdayş hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ku ji aliyê dewleta Tirk ve têne piştgirîkirin, hatin şermezarkirin.
Welatiyên Hewlêrê êrîşên li ser Helebê yên komên çete yên girêdayş hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ku ji aliyê dewleta Tirk ve têne piştgirîkirin, hatin şermezarkirin.
Welatiyên Hewlêrê îro di saetên piştî nîvro de li dijî êrişên komên çeteyên girêdayî hikûmeta demkî ya Şamê çalakiyek girseyî lidarxistin.
Di çalakiyê de êriş bi tundî hatin şermezarkirin û piştgiriya xwe ji berxwedana dîrokî ya xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re nîşan dan.
Di çalakiya welatiyên Hewlêrê de, sedan kes kom bûn û dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Şêxmeqsûd” berz kirin û piştgirî dan berxwedana xelkê her du taxan.
Her wiha di çalakiyê de êrişên hovane yên çeteyên girêdayî HTŞ, dewleta Tirk û DAIŞ’ê yên li dijî sivîlên Kurd yên Şexmeqsûd û Eşrefiyê bi tundî hatin şermezar kirin.