BI DÎMEN

Li Nisêbînê piştgiriya bi Rojava re: Em ji bo gelê xwe yê li binê xetê li qadan e

Şêniyên ku ji bo piştgiriya bi Rojava re li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê li hev kom bûn, diyar kirin ku li hemberî hemû êrişên li ser gelê Kurd wê berxwedana xwe dewam bikin û banga yekîtiyê kirin.

NERAZÎBÛNA LI HEMBERÎ ÊRIŞÊN LI SER ROJAVA

Êrişên komên çete yên HTŞ û dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Li hemberî êrişan Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê seferberiya giştî îlan kir. Girseyên gel ji çar parçeyên Kurdistanê berê xwe dan Rojava.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ku li pêşberî Qamişloyê ye, bi deh hezaran kes meşiyan. Girseya gel di çarçoveya seferberiya giştî de tevlî berxwedana Rojava bû.

Girseya gel ku ji bo piştgiriya bi Rojava re li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê li hev kom bûn ji ANF'ê re axivî.

GELÊ KURD WÊ WINDA NEKE

Perîhan Altû: Em îro ji bo gelê xwe yê li Rojava li ber xwe dide li qadan e. Li hemberî çeteyên ku li Rojava êrişî gelê me dike em ê li ber xwe bidin. Bi gotina 'Allahû Ekber' gelê me qetil dikin. Em ê li hemberî van êrişan bibin yek. Yekîtiya Kurdan pêk hatiye. Rojava û QSD li ku be em ê jî li wir bin. Ev xayin wê tenê yekîtiya me zêde bikin.

Bila her kes baş zanibe ku em ê winda nekin. Komployên li ser Rêber Apo û gelê Kurd wê bê encam bimînin. Em bi Rêber Apo û gelê xwe re ne. Em ê sînoran rakin û çar parçeyên Kurdistanê bikin yek. Bijî Berxwedana Rojava, Bijî Serok Apo.

EM Ê LI BER XWE BIDIN

Haşim Golet: Em ê her tim di nava yekîtiyê de ji bo parastina destketiyên gelê Kurd li ber xwe bidin û têbikoşin. Pêşengên gelê Kurd înîsiyatîfa pêwîst nîşan didin. Gelê Kurd bi qirkirinê re rû bi rû hate hiştin. Em vê qebûl nakin. Ev êriş li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Ji heft heta heftê salî divê gelê Kurd bersivê bide vê seferberiyê û xwedî li Rojava derkeve. Gelê Kurd çawa ku beriya 15 salan li Rojava berxwedaneke dîrokî nîşan da, îro jî heman berxwedanê nîşan dide. Perspektîfa ku Tevgera Azadiyê ya Kurd li Rojava danî holê li cîhanê mînaka xwe nîne. Divê cîhan xwedî li vê perspektîfê derkeve.

EM BI GELÊ XWE YÊ LI ROJAVA RE NE

Kelîme Koç: Armanca me ji kombûna li vê derê ji bo gelê Kurd û Rojava ye. Li aliyê din ê sînor gelê me tê qetilkirin. Em van êrişan qebûl nakin. Em ê heta dawiyê bi gelê xwe yê li Rojava re bin. Bila cîhan me bibihîze; em ê dest ji berxwedana xwe bernedin.