BI DÎMEN

Xelkê Silêmaniyê li dijî êrîşên li ser Rojava li ser piyan e

Xelkê Silêmaniyê bi xwepêşandaneke girseyî piştevaniya xwe ya bi berxwedana Rojava re anî ziman û bang li aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê kir ku hewlesta xwe bi awayekî zelal nîşan bidin.

Di saetên êvarî de li ber Baxê Giştî ya Silêmaniyê bi tevîbûna gelek sazî û kesayetên naskirî xwepêşandaneke girseyî li dijî êrişên komên çete yên ser bi Hikûmeta Demkî ya Sûriye û Dewleta Tirkiye ya li ser Rojavayê Kurdistanê lidar xistin.

Di çalakiyê de bê navber dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Rojava’ û ‘Bijî Berxwedana QSD’ê’ dilsoziya xwe ya bi şervanan re anî ziman û êrişên komên çete jî şermezar kirin.

Di çalakiyê de kesayet û aliyên siyasî peyamên xwe da. Kesayetên weke Endamê KNK’ê Şoreş Xidir, Kesayetê siyasî yê naskirî Teha REsûl, ji Partiya Komunîst Osman Zîndanî, ji Partiya Zehmetkêşan Bextiyar Mistefa, Çalakvan Seîd Kakayî û Nûnerê PYD Başûr Doxtor Cawîdan Kemal axivîn û êrişên dagirkeriyê şermezar kirin.

Di axaftinên hatin kirin de daxwaz ji rayedarên siyasî yên Başûrê Kurdistanê hate kirin ku Deriyê Sînor yê Sêmalka ji bo alîkariya gelê Rojava bê vekirin. Hate diyarkirin ku di vê demê de divê hemû parçe piştgiriya hev bikin û hate diyarkirin ku dema gotinê qetiyaye dema kiryarê ye.