YRK’ê nasnameya gerîlayê şehîd eşkere kir

Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) şehadeta Serdar Xoresan eşkere kir.

YRK’ê bi daxuyaniyekê nasnameya gerîlayê bi navê Serdar Xoresan (Secad Seîdî) ragihand.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “Hevrêyê me Serdar Xoresan di 14’ê Tîrmeha 2024’an de di encama êrişa balafira bê mirov a dewleta Tirk a qirker de li herêma Pênciwên şehîd bû.

Em sersaxiyê ji malbata hêja ya hevrêyê xwe û tevayî welatparêzen Kurdistanê re dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku ji bo bicihanîna xewn û xeyalên şehîdên xwe emê têkoşîna xwe hîn xurtir bikin. Li ser vî bingehî em bi rêzdarî hevrê Serdar Xoresan bibîr tînin û em soza bicihanîna armancên hevrêyê xwe dubare dikin.

Agahiyên li ser nasnameya şehîd wiha ne;

Nasnav: Serdar Xoresan

Nav û paşnav: Secad Seîdî

Dayik-Bav: Semîre Îsmaîl

Cihê jidayikbûnê: Xorasan

Dem û cihê şehadetê: 14’ê Tîrmeh 2024- Pênciwên”