Lîderê YNK’ê bi Tevgera Nifşê Nû re civiya

Şandeyek YNK’ê bi serokatiya Bafil Talebanî li gel şandeya Tevgera Nifşê Nû li bajarê Silêmaniyê civiyan. Rojeva civîna wan ji nû ve çalakirina Parlamentoya Herêma Kurdistanê ye.

Li bajarê Silêmaniyê şandeyek bilind a Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Bafil Talebanî, bi amadebûna Şasiwar Ebdulwahîd li gel şandeya Tevgera Nifşê Nû civiyan.

Gorî agahiyan mijar û rojeva sereke ya civîna wan ji nû ve çalakirina Parlamentoya Herêma Kurdistanê û destpêkirina dema şeşem a yasadanînê ye.

Bi rêya van hevdîtinan, Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Nifşê Nû hewl didin ku ji bo çalakirina parlamentoyê û avakirina hikûmetê bigihine lihevkirinekê û li derveyî PDK’ê, eniyekê çêbikin.