Çalakiya girseyî ya li Silêmaniyê bi dawî bû

Meşa ku li Silêmaniyê ku tevlîbûna bi sed hezaran kesan ji bo piştevaniya Rojavayê Kurdistanê hate lidarxistin, bi dawî bû.

Li Silêmaniyê bi sed hezaran kes, ji bo piştevaniya Berxwedana Rojava, tevî berf û sarmayê jî di saet 14:00’an de li hev civiyan û meşekî girseyî li dar xistin.

Çalakvanên siyasî û sivîl, nivîskar, rojnamevan, hunermend, nûnerên sendîkayan, jin, ciwan, welatî û kesên ji hemû beşên civakê tevlî meşê bûn.

Tevî ku meş ji ber berf û sarmayê hate betalkirin jî bi sed hezaran kes tevlî meşê bûn û gelek caran dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana Rojava û şervanan ve Rojava ne bi tenê ye, deriyi azadiyê ye’ hatin berzkirin.

Meş di saet 17:30’an de bi dawî bû.