Li Kerkûkê welatiyan mizgeft terikandin
Li Kerkûkê welatiyan ji meleyê li mizgeftekê xwest ku ji bo Rojavayê Kurdistanê dua bike, lê belê mele ev yek red kir. Li ser vê yekê welatiyan nehiştin ku mele xutbeyê bixwîne.
Li Kerkûkê welatiyan ji meleyê li mizgeftekê xwest ku ji bo Rojavayê Kurdistanê dua bike, lê belê mele ev yek red kir. Li ser vê yekê welatiyan nehiştin ku mele xutbeyê bixwîne.
Helwest û nerazîbûnên dijî êrişên çeteyên Colanî û dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd her ku diçe berfireh dibe.
Li gorî agahiyan îro li mizgeftek Kerkûkê welatiyan ji mela xwestin ku ji bo gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê duayan bike, lê mela ev daxwaza welatiyan red kir.
Lewma welatiyan li dijî vê helwesta mela, nehêlan mela xudbe bide û mizgeftê terikandin.
Hêjayî gotinê ye îro li Başûrê Kurdistanê li piraniya mizgeftan xudbe ji bo Rojavayê Kurdistanê hatin dayîn û dua kirin.