Li Qoserê bi hezaran kes ji bo Rojava meşiyan

Li navçeya Qoser a Mêrdînê bi hezaran kes li dijî êrîşên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk ên li ser Rojava, meşiyan.

Tevî berfa zêde bi banga Platforma Saziyên Demokratîk gelek kes li Qada Azadiyê kom bûn û dirûşmeyên piştgiriya ji bo berxwedana Rojava, berz kirin.

Di meşê de tevlîbûna zêde ya jinan bal kişand û dovîzên sembola keziyên hûnandî û pankartên “Jin jiyan azadî” hatin hildan. Di meşê de jin li refên pêş bûn, li navenda navçeyê piştgiriyeke mezin ji bo meşê hate nîşandan.

Piştî meşê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar axivî û got, li Rojava nasnameya gelê Kurd, azadiya jinê û îradeya demokratîk a gelan tê parastin.

Çîgdem Kiliçgun Ûçar bi bîr xist ku Kobanê hîna di bin dorpêçê de ye û got, ew ê têkoşînê bidomînin.