BI DÎMEN

Li Silêmaniyê bi hezaran kes ji bo Rojava meşiyan

Bi hezaran kesên ku li Silêmaniyê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava daketin kolanan, peyama yekîtiya gelê Kurd dan.

Çalakiyên xelkê Silêmaniyê ji bo piştgirî û piştevaniya bi berxwedana Rojavayê Kurdistanê û şermezarkirina êrişên li ser Rojava, berdewamin.

Di heman çarçoveyê de li ber Baxê Giştî yê li kolana Salim a bajarê Silêmaniyê, meşek girseyî bi dirûşmeya ‘Bijî Berxwedana Rojava’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hate lidarxistin.

Bi hezaran kesan bi yek dengî piştevaniya xwe ji gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê dubare kirin. Xwepêşanderan daxwaz û banga rawestandina êriş û dagirkeriya li ser Rojavayê Kurdistanê kirin.

Her wiha tekezî kirin ku hertim wê li gel xwişk û birayên xwe yên Rojava bin û bang li civaka navneteweyî kirin ku li beramberî êrişên li ser herêmên sivîl û saziyên xizmetgûzariyê bêdeng nemînin û helwest nîşan bidin.

Biryare di çarçoveya berdewamiya çalakiyên piştevaniyê de, sibe (Înê) di saet 14:30’an de li ber Baxê Giştî xwepêşandanek mezin were lidarxistin.