KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Dogan: Li gel êrişan hemûyan jî gelê Kurd wê bibe xwedî statu
Hevserokê DBP’ê yê bajarê Amedê Ahmet Dogan, êrîşên çeteyên girêdayî HTŞ’ê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê wekî “komkujiyeke hovane” pênase kir û destnîşan kir ku tevî hemû êrîşan dê gelê Kurd bibe xwedî statû. -
Çîroka xwe bi xwe nivîsî: Siyajîn
Weke jineke ciwan berê xwe da çiyê. Destpêkê navek li xwe kir û bû dilxwaza nivîsandina çîroka xwe. Di bi siya jiyanê de navê xwe kir Siyajîn Heskîf. -
Li Wanê bi hezaran kes li dijî êrîşan daketin qadan: Êrîşan rawestînin
Bi hezaran kesên ku li Wanê li dijî êrîşên li ser Helebê daketin qadan, bang li rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî kirin ku komkujiyê rawestînin û gavên şênber biavêjin. Li Îzmîrê jî berxwedana Elewî, Kurd û Durziyan a li Sûriyeyê hate silavkirin. -
Amîr Kerîmî: Komara Îslamî ya Îranê di rewşa hilweşînê de ye
Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Amîr Kerîmî, diyar kir ku Komara Îslamî ya Îranê bi rengekî fîêlî hilweşiyaye û got, “Tiştê ku îro Komara Îslamî ya Îranê li ser piyan digire, tundû û zext e.” -
Hevrêtiya şoreşgerî
Huseyîn Aykol ê ku di saetên ewil ên sala 2026’an de koça dawîn kir, bes ne bi nasmameya xwe ya rojnamegeriyê; bi zanebûna xwe ya şoreşgerî û hevrêtiya xwe jî di bîra me de zindî ye. -
Xelkê Qeredaxê piştgirî da berxwedana Rojava, li Helebceyê meşê destpê kir
Li navçeya Qeredax a Silêmaniyeyê gel êrişên li ser taxên Kurdan ên li Helebê şermezar kir. Li Helebceyê jî meşek hate lidarxistin. -
Berdevka YCÊ: Em ê çeteyên dewleta Tirk bi berxwedanê têk bibin
Lîza Xêrî berxwedana taxên Kurdan ên Helebê silav kir û got: "Dewleta Tirk wan çeteyan rêxistin dike û dibe ser gelan. Ev xeterî em li ser xwe jî dibînin. Lê em ê wan çeteyên dewleta Tirk rêxistin dike bi berxwedanê têk bibin. Serketin wê ya me be." -
Azadiya Welat piştî 10 salan hejmara xwe ya destpêkê weşand
Rojnameya Azadiya Welat ku bi Birynameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hate girtin, piştî ku mafê nav jinûve bi dest xist, careke din dest bi weşanê kir. -
Sîpan Hemo: Kokên vê lîstokê pir kûr in
Endamê Fermandariya Giştî ya QSD’ê Sîpan Hemo diyar kir ku rayedarekî dewletê mudaxeleyê li civîna wan a dawî ya li Şamê kiriye, bi vî rengî dema pêvajo hat rawestandin, êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin destpêkirin. -
PJAK: Li Îranê wê roja azadiyê hilê
PJAK’ê bang kir ku piştgirî bidin serhildana şoreşgerî ya gelê bindest ê Îranê û diyar kir: “Em bawer dikin ku protestoyên demokratîk ên gelê Îranê wê encam bide û li vê xakê roja azadiyê hilê.” -
Li Binarê Qendîlê piştgirî ji bo Helebê hat dayîn
Xelkê Binarê Qendîlê bi çalakiyek girseyî êrîşên li ser taxên Kurdan Şêxmeqsûd û Eşrefiye şermezar kirin. -
Komkujiya li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li Mexmûrê hat şermezarkirin
Şêniyên Mexmûrê êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezarkirin û destnîşankirin ku ew ê berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di her şert û mercî de bingeh bigrin. -
'Divê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê binçavkiriyan tavilê serbest berde'
15 rêxistinên ku li Silêmanyayê daxuyaniya hevpar dan, diyar kirin ku divê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê tavilê kesên binçavkiriye serbest berde. -
Konvoya ji şehîd û birîndaran gihîşt Hesekê
Konvoya ji şêniyên kantona Cizîrê ku çûbû Dêr Hafirê şehîd û birîndar wergirt û vegeriya Hesekê. -
Ji xwendekarên Zanîngeha Polîteknîk a Silêmaniyeyê çalakiya ji bo Helebê
Xwendekar û hîndekarên Zanîngeha Polîteknîk a Silêmanieyyê, êrişên çeteyên Hikumeta Şamê ya Veguhêz bi çalakiyekê şermezar kirin. -
'Têkoşîna hevala Sara hilanîna tola gelê Dersimê bû'
Gerîlayên azadiyê şehîd Sara, Rojbîn û Ronahî bi bîr anîn û gotin, "Hevala Sara bi berxwedana xwe tola gel bû ku li Dersimê hate qetilkirin. Li zindana Amedê nûnera Seyît Riza bû, li dijî dijmin rojekê jî paşve gav neavêt." -
Li Kerkukê piştgirî ji bo Rojava û Rojhilat hate dayîn
Li Kerkûkê ji bo piştevaniya Rojava û Rojhilatê Kurdistanê çalakiyekî girseyî hate lidarxistin. -
Xelkê Derbendîxanê piştgirî dan berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê
Li navçeya Derbendîxanê bi çalakiyekê êrişên hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriye hate şermezarkirin û piştevaniya ji bo berxwedana Rojava hate kirin. -
Piştgiriya Êzidî û Ereban ji bo berxwedana Şêxmeqsûdê
Gelekî Ereb û Êzidî li Şengalê bi meşeke girîng berxwedana li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê silav kirin û piştgiriya xwe anîn ziman. -
Li Silêmaniyê çalakiyek ji bo piştgiriya Rojava hate lidarxistin
Li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê, gel li dijî êrîşên komkujiyê yên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ku li hemberî niştecîhên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê pêk tîne, ji bo piştgiriya gelê Rojava meşeke girîng û bi girseyî organîze kir. -
Xelkê Duhokê ji bo Kurdên li Helebê rabû ser piyan
Xelkê Duhokê bi xwepêşandanekê piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana li taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê anî ziman. -
Xebatkarê Heyva Sor a Kurd û birayê wê di heman rojê de jiyana xwe ji dest dan
Xebatkarê Heyva Sor a Kurd Seyfeddîn Akbîngol (Sêvê) li Marsîlyayê û birayê wê Tekîn Akbîngol li Stenbolê li nexweşxaneyên ku lê tedawî dibûn di heman rojê de jiyana xwe ji dest dan. -
Xelkê Rizgarî êrîşên li Helebê yên li ser Kurdan şermezar kir
Xelkê bajarokê Rizgarî ya ser bi Herêma Germiyan êrîşên çeteyên bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker ên li ser taxên Kurdan şermezar kirin û bang li civaka navneteweyî kirin ku bêdeng nemînin. -
Li Duhokê êrîşên li ser taxên Kurdan ên li Helebê, hatin protestokirin
Li Duhokê dijî êrîşên çeteyên dewleta Tirk û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê yên li ser taxên Kurdan, daxuyaniyek çapemeniyê hate dayîn. -
‘Şehîd Sara ji bo jinên Ereb bû sembola jiyana azad’
Gerîlaya enternasyonalîst Avaşîn Qamişlo diyar kir ku ew sembola azadiyê ye û got, “Ji kesayeta weke hevala Sara fêrbûn û mîna wê têkoşîn kirin firsendeke gelek mezine ku em xwe ji nû ve ava bikin û azadiyê rast nas bikin.”