Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e
BI DÎMEN

Xelkê Seyîdsadiq piştgirî da Berxwedana Rojava

Xelkê Seyîdsadiq yên derketin kolanan bi meşekî girseyî xwedî li berxwedana Rojava derketin.

Bi tevlîbûna hemû beşên civakê li navçeya Seyîdsadiq ya ser bi Silêmaniyê meşeke girseyî ya ji bo piştevaniya Rojava hate lidarxistin.

Di meşê de bê navber dirûşmên ‘Yeke Yeke Gelê Kurd Yeke’ û ‘Bijî Berxwedana Gelê Rojava’ hatin qîrkirin.

Di meşê de daxuyanî ji aliyê Piştîwan Mihemed ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Di dîrokê de tim desthilatdaran zilm li gelê Kurd kiriye û ji mafê xwe hatiye bêparkirin. Piştî ewqas xwîna xort û kêçên hatin rijandin desthilata Colanî li şûna rêz li vê bigire êriş daye destpêkirin. Dixwaze dagir bike. Li gel vê jî hêzên hevpeyman pişta xwe careke din da Kurdan. Em ê bi xwîna xort û keçên xwe xaka xwe biparêzin. Em li Başûrê Kurdistanê piştgiriya berxwedana Rojava dikin. Dijminê me wê bişkê, em ê cejna serketinê pîroz bikin.”