Li Çemçemalê peykerê keziyeke pênc metre ji bo berxwedana Rojava hat çêkirin
Li Peymangeha Hunerên Bedew ya Çemçemalê peykerê keziyeke pênc metre dirêj ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê hat çêkirin.
Li Peymangeha Hunerên Bedew ya Çemçemalê peykerê keziyeke pênc metre dirêj ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê hat çêkirin.
Li Peymangeha Hunerên Bedew ya Çemçemal ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê, bi amadebûna berpirsên perwerdehê û xwendevanan, çend çalakiyên hunerî ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê hatin lidarxistin.
Çalakiyan bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdên berxwedana Rojavayê Kurdistanê û tevayî şehîdên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd û bi gotina Sîrûda Netewî Ey Reqîb, destpê kirin.
Piştre Rêveberê Perwerdeya Çemçemalê Qasim Elî, Dekanê Peymangeha Hunerên Bedew a Çemçemalê Dara Elî, peykerê Kezî yê pênc metre dirêj, ku ji hêla xwendevanan ve hatibû çêkirin û li ser bedena peymangehê hatibû danîn, vekirin.
Çend xwendekarên din yên peymangehê jî bi gotina helbestan tevlî çalakiyên piştgiriyê bûn.