Li Wanê bi deh hezaran kes ji bo Rojava daketin qadan
Êrişên li ser Rojava li Wanê bi meşeke girseyî hate şermezarkirin ku bi deh hezaran kes tevlî bûn.
Êrişên li ser Rojava li Wanê bi meşeke girseyî hate şermezarkirin ku bi deh hezaran kes tevlî bûn.
Girseya gel li ber AVM'ê li hev kom bû û bi dirûşman heta Parka Mûsa Anter meşiya. Di meşê de dirûşmên "Bijî Berxwedana Rojava" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.
Di meşê de ku Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir jî amade bû, nerazîbûn ji êrişên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk re hate nîşandan.
Li Parka Mûsa Anter daxuyaniyek hate dayin. Hevseroka DEM Partiyê ya Bajarê Wanê Gulşen Kûrt û Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê ya ku qeyûm li şûna wê hatiye danîn Neslîhan Şedal axivîn.
Piştre Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir mafê axaftinê wergirt û anî ziman ku Rojava ne tenê gelên li herêmê, tevahiya gelê Kurd eleqedar dike.
Bayindir diyar kir ku bêstatubûn li ser Kurdan tê ferzkirin û got, "Divê bê zanîn ku em li vir in û em ê heta dawiyê li ber xwe bidin."
Bayindir ragihand ku biryara êrişa li ser Rojava ne li Şamê lê li Enqereyê hate wergirtin û anî ziman ku HTŞ mejiyê DAÎŞ'ê dewam dike.
Hevserokê DBP'ê destnîşan kir ku gelê Kurd li ser bingeha azadî û aştiyê daxwaza çareseriyê dike û axaftina xwe bi vî rengî bi dawî kir: "Heta ku gelê me yê Rojava bibêje temam û bigihêje mafên xwe em ê li vê derê li ber xwe bidin. Em ji bo mirovahiyê û azadiya gelê xwe dimeşin. Em ji bo aştiyê dimeşin. Porê jinan dibirin û radibin dibêjin, 'Operasyoneke baş' bû. Şaredariya me pankartê dadiliqîne, lêpirsînê didin destpêkirin. Dest ji van polîtîkayên xwe yên qirêj berdin."
Çalakî piştî axaftinan bi dirûşman bi dawî bû.