KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Kendal Çiya: Hebûna Rojava hebûna me ye
Endamê Akademiya Zanista Civakî ya Abdullah Ocalan a Şengalê Kendal Çiya got, ger ne ji hebûna Rojava û hêzên wêba, niha Êzidî li ser rûyê erdê nemabûn û ji hemû Êzidiyan xwest, çi ji dest wan were ji bo Rojavayê Kurdistanê seferber bikin. -
Xelkê Şengalê berxwedana Rojava silav kir
Xelkê Şengalê ji bo piştgiriya berxwedana Rojava û xeteriya çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li ser Şengalê, meşeke girseyî lidar xist, di meşê de peyama berxwedan û piştgiriyê hate dayîn. -
Leşkerên Tirk bi wesayitên zirxî li ser sînorê Nisêbînê bi cih bûn
Leşkerên dewleta Tirk bi wesayitên zirxî li Deriyê Sînor ê Nisêbînê bi cih bûn. -
Li Wêranşarê çalakiya girseyî: Rojava rûmeta me ye
Li dijî êrişên li ser Rojava, li navçeya Wêranşar a Rihayê bi hezaran kes daketin qadan. -
Li Koye bi sedan kesî berxwedana Rojava silav kirin
Çalakiyên ji bo piştgiriya bi Rojava re li her devera Kurdistanê dewam dikin. Li kampusa Zanîngeha Koye bi sedan kes li hev kom bûn û xwedî li Rojava derketin. -
Endamên Kolektîfa Saza Êzî ya Şengalê piştgirî dan berxwedana Rojava
Endamên Kolektîfa Saza Êzî ya Şengalê bi daxuyaniyekê û bi stranên xwe piştgirî dan berxwedana li Rojavayê Kurdistanê. -
Nobeda li ser sînorê Qamişloyê: Rojava rûmeta me ye, em ê biparêzin
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, li hemberî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê çalakiya nobedê 2 roj in dewam dike. -
Gelê Başûr ji bo Rojava li ser piyan e
Li Dukan, Pîremegrûn û Çemçemalê, gel ji bo piştgiriya bi berxwedana li Rojava daket qadan û bang kirin ku êrişên li ser Rojava bêne rawestandin. -
Mamosteyên Şengalî berxwedana gelê Rojava silav kirin
Mamosteyên Saziya Perwerde û Ziman a Şengalê piştgiriya xwe ya ji bo gelê Rojava nîşan dan û gotin, "Rojava xeta me ya sor e." -
PAK: Îranê êriş bir ser hêzên me
PAK'ê diyar kir ku artêşa Îranê vê sibehê li Hewlêrê bi SÎHA û roketan êriş birin ser nuqteyeke wan a li Hewlêrê. -
Li Nisêbînê piştgiriya bi Rojava re: Em ji bo gelê xwe yê li binê xetê li qadan e
Şêniyên ku ji bo piştgiriya bi Rojava re li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê li hev kom bûn, diyar kirin ku li hemberî hemû êrişên li ser gelê Kurd wê berxwedana xwe dewam bikin û banga yekîtiyê kirin. -
Qubad Talabanî: misogeriya me ya esasî hevgirtina Kurdan e
Qubad Talabanî anî ziman ku êrîş tenê ne li dijî Rêveberiya Xweser in, "êrîş li ser rûmeta Kurdan a li her derê ye." Qubat Talabanî got, "misogeriya me ya esasî hevgirtina Kurdan e." -
Yekîneya Antî Teror a Silêmaniyeyê gihîşt Rojava
Yekîneya Antî Teror a Silêmaniyeyê gihîşt Rojava. Yekîne ji aliyê Yekîneyên Antî Terorê (YAT) ya Rojavayê Kurdistanê ve hatin pêşwazîkirin. -
Êrîşên li ser Rojava li bajarên Serhendê hatin protestokirin
Li bajarên Serhedê, êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin. -
Mesûd Barzanî: Em qebûl nakin ku zererê bidin xwişk û birayên me yên li Rojava
Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî derbarê êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê de peyamek belav kir û got; “Em qebûl nakin zerer bigihije xwişk û birayên me yên li Rojava.” -
Nêçîrvan Barzanî: Pêwîste mafên Kurdan bi destûra bingehîn werin mîsogerkirin
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê de peyamek belav kir û got; “Pêwîste mafên Kurdan û hemû pêkhateyan li Sûriyeyê parastî bin û di destûra paşerojê ya Sûriyeyê de bên misoger kirin.” -
YRK-HPJ: Em amade ne ku tevlî şer û berxwedana Rojava bibin
Fermandariya YRK û HPJ’ê ragihandin ku ew amade ne tevlî şer û berxwedana Rojava bibin û got, “Divê hemû gel, bi taybet ciwan û jin bi ruhê şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û dirûşmeya ‘Parastina Rojava parastina Kurdistanê ye’ tevlî berxwedana Rojava bibin." -
5 rêxistinên jinan ên Rojhilatê Kurdistanê ji bo Rojava peyamek hevpar dan
5 rêxistinên jinan a li Rojhilatê Kurdistanê, destnîşan kirin ku ji bo piştgiriya Rojava pêdivî bi mudaxeleya navneteweyî ya lezgîn heye û êrîşên li ser gelê Kurd a li Rojava şermezar kirin. -
YNK: Em êrişên li ser gelê Rojava qebûl nakin
Buroya Siyasî ya YNK'ê bal kişand ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên Colanî û got, "Beriya her tiştî em bêdengiya li pêşberî vê êrişa li ser gelê me û êrişan qebûl nakin." -
Ji xelkê Kerkûkê piştgiriya bi Berxwedana Rojava re
Li taxa Rehîmawa ya Kerkûkê girseya gel li hev kom bû û piştgiriyeke xurt da Berxwedana Rojava. -
Gule li ciwanan hate reşandin ên sînor derbas kirin: 2 ciwan û 2 jin birîndar bûn
Leşkerên dewleta Tirk a dagirker bi fîşekên rastî êriş birin ser ciwanan ên ku ji Nisêbînê sînor derbas kirin û xwe gihandin Qamişloyê. Di encamê de 2 ciwan û 2 jin birîndar bûn. -
Li gelek bajarên Kurdistanê gel ji bo Rojava daket qadan
Platforma Saziyên Demokratîk li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê bi meş û mîtîngan êrişên çeteyên HTŞ'ê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir. Di çalakiyan de piştgirî ji banga seferberiyê re hate dayin. -
Gelê Seyîdsadiqê piştgirî da Rojava
Şêniyên li navçeya Seyîdsadiqê daketin qadan, diyar kirin ku ew piştgiriyê didin berxwedana Rojava. -
Tevgera Nifşê Nû: Civaka navneteweyî divê piştgiriyê bide gelê Kurd
Tevgera Nifşê Nû êrişên çeteyan ên li ser Rojava şermezar kir û bang li civaka navneteweyî kir ku piştgiriyê bide gelê Kurd. -
Li ber Balyozxaneya Bilind a Emerîkayê ya li Hewlêrê çalakî
Welatiyên ku li ber Balyozxaneya Bilind a Emerîkayê ya li Hewlêrê kom bûn, Desteya Piştgiriya Rojava îlan kirin.