10 çeteyên DAÎŞ'ê li herêmên Başûr hatin girtin

Ajansa Ewlekariya Herêma Kurdistanê ragihand ku di encama operasyona li herêmên Helebce, Seyîdsadiq, Pênciwên, Germiyan û Diyalayê de 10 çeteyên DAÎŞê hatine girtin.

Ajansa Ewlekariya Herêma Kurdistanê, bi hevkariya Dezgeha Ewlekariya Niştimanî ya Iraqê re ragihand ku di encama çend operasyonên cuda de yên li herêmên Helebce, Seyîdsadiq, Pênciwên, Germiyan û Diyalayê, komek çeteyên DAÎŞ'ê hatine girtin.

Di operasyonê de 10 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin; her wiha 8 çek, demançeyek, du bombeyên destan, teqemenî û êlegekî xwekujiyê hatin desteserkirin.

Hate ragihandin ku di operasyonê de endamekî asayîşê jî birîndar bûye.