Êrîşên Îranê yên li hemberî zimanê Kurdî hatin şermezarkirin
Mamostayên Rojhilatê Kurdistanê kiryarên dewleta Îranê yên ji bo tunekirina zimanê Kurdî şermezar kirin û ragihandin ku gelê Kurd sedsale ji bo parastina zimanê xwe li ber xwe dide.
Mamostayên Rojhilatê Kurdistanê kiryarên dewleta Îranê yên ji bo tunekirina zimanê Kurdî şermezar kirin û ragihandin ku gelê Kurd sedsale ji bo parastina zimanê xwe li ber xwe dide.
Sendîkaya Yekîtiya Mamostayên Rojhilatê Kurdistanê bi boneya nêzîkbûna 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî daxuyaniyek belav kir.
Daxuyanî wiha ye:
“Gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ji bo parastina ziman û nasnameya xwe ya neteweyî sed sale li dijî rejîma Îranê li ber xwe dide, rejîmek ku tenê di hêza zordariyê de hebûna xwe dibîne.
Mamosta û çalakvanên mafên mirovan beşek girîng ya têkoşerên rêya rizgariya Kurdistanê ne û rû bi rû yê rejîma dagirker a ku dixwaze yek çand û yek zimanê li ser civakê ferz bike.
Em hemû kiryarên nemirovane yên rayedarên Îranê yên derbarê sînordarkirin û tunekirina zimanê Kurdî de şermezar dikin û li ser mîsogerkirina perwerdeya bi zimanê dayîkê bi israrin. Ango emê li hemû dibistanên Rojhilatê Kurdistanê waneya Zimanê Kurdî bidin. Em bi ciwanên ku xwe ji bo ziman û nasnameya gelê xwe berpirsiyar dibînin jî serbilindin.”