KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Dêrikê bi hezaran kes ji bo Rojava meşiyan
Li Dêrikê bi hezaran kes ji bo xwedîderketina li Rojava meşiyan. Di meşê de banga berxwedanê hate kirin. -
Li Wan, Colemêrg û Bazîdê çalakiyên ji bo Rojava
Êrişên çeteyên dewleta Tirk, DAÎŞ û HTŞ'ê yên li ser Rojavayê Kurdistanê li bajarên Wan, Bazî, Gever û Colemêrgê hatin şermezarkirin. -
Li Ranyayê mamoste û xwendekar ji bo Rojava daketin qadan
Li Ranyayê mamoste û xwendekarên ku ji bo piştgiriya Rojava daketin qadan dirûşmeya “Yek Niştiman û Yek Netew” berzkirin. -
Li Başûr 2 eşîrên din piştgirî dan Rojava
Eşîrên Terxanî û Zend ên Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihandin ku ew piştgiriyê didin berxwedana gel û şervanên Rojava. -
Li Başûrê Kurdistanê kampanyayên alîkariyê dewam dikin
Li gelek nuqteyên Başûrê Kurdistanê, kampanyayên alîkariyê yên ji bo Rojava dewam dikin. her roj kampanyayeke nû destpê dike. -
Keziyên hûnandî: Çîroka hêz, evîn û hebûnê
Îro li Rojavayê Kurdistanê, ew keziyên ku carekê li ser goran dihejiyan, niha di eniyên berxwedanê de, bi bayê azadiyê govenda azadiyê dikin. Şervanên jin, ku keçên Roj û Ronahiyê ne, bi van keziyan nexşeya jiyaneke nû xêz dikin. -
‘Heta ku destketiyên me werin misogerkirin divê çalakî berdewam bikin'
Evîndar Ararat diyar kir ku gefên li ser Şoreşa Rojava berdewam dikin û got, “Heta ku destketiyên Şoreşa Rojava, nasnameya gelê Kurd û şoreşa jinên Kurd werin misogerkirin, divê gelê me çalakiyên xwe bidomîne.” -
Wezareta Darayî ya Başûr wê 500 milyon dînar alîkarî bide Rojava
Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê biryar da ji bo piştgiriya Rojava wê 500 milyon dînar alîkarî bike. -
Ciwanên Ereb ê Şengalê ji bo piştgiriya Rojava meşiyan
Bi pêşengiya Înîsiyatîfa Ciwanên Ereb ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava re, meşeke girseyî hate lidarxistin. Di meşê de hate diyarkirin ku hedefa van êrîşan ew e ku di nava pêkhateyên Bakur û Rojhilat û Sûriyê de fitne û aloziyan derxin. -
Fermandarê HPG’ê Egîd Kelar ji bo Rojava bang li Başûrê Kurdistanê kir
Fermandarê HPG’ê Egîd Kelar bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir û wiha got, “Ez bang li tevahî Başûrê Kurdistanê bi taybet gelê Germiyanê dikim ku alîkariya gelê Rojava bikin û wan bi tenê nehêlin. " -
Li Silêmaniyê bi hezaran kes bi navê ‘Şehîd Deniz’ meşiyan
Gelê Silêmaniyê ku ev çend roj in ji bo Rojava bi deh hezaran kes dimeşin, îro jî bi navê ‘Yekşema Şehîd Deniz’ dest bi meşê kirin. Meşa ku tê de dirûşmên piştgiriya bi Rojava re tên berzkirin, berdewam dike. -
Hiqûqnasên Silêmaniyê ji bo Rojava bang kirin
Hiqûqnasên Silêmaniyê bi daxuyaniyekî hevpar, ji bo piştgiriya Rojava bangî raya navneteweyî kirin. -
Partiyên siyasî yên Kurd ji bo Rojava li hev civiyan
Partiyên siyasî yên Kurd ji bo parastina Rojava li Kerkukê li hev civiyan û banga bidawîkirina êrîşan kirin. -
Şêniyên Duhok û Qeladizê ji bo Rojava rabûn ser piyan
Xelkê Devera Şerwêt û Mengurayetî ya ser Qeladizê û Şêxan a ser bi Dihokê daketin qadan û piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana Rojava anîn ziman. -
Partiya Nifşê Nû hişyariya Rojava da
Nifşê Nû li ser êriş û xeteriya li Rojavayê Kurdistanê hişyarî da û got: “Eger ku hêzên navneteweyî rê ji bo êrişên li ser Rojava xweş bike, mafê Kurdan di destûra bingehîn de neyê mîsogerkirin, wê şerê mezintir li herêmê derkevin.” -
Li Silopiyayê bîranîna Taniş û Denîz: Êrişên li ser Rojava hatin şermezarkirin
Di salvegera windakirina di binê çavan de ya Serokê HADEP'ê yê Silopiyayê û rêveberê partiyê Ebûbekir Denîz de li navçeya Silopiya ya Şirnexê bîranîn hate lidarxistin. Di çalakiya bîranînê de êrişên li ser Rojava hatin şermezarkirin. -
Birînên Şengalê û mêvanên nexwestî
Dîrok nîşanî me daye ku heta tova nefretê bi temamî neyê hişkkirin, her baranek dikare wê careke din şîn bike. Mûsil û Şengal îro li benda parastineke rastîn in, ne lîstikên siyasî ne. -
Li Silêmaniyê du melayên ku dijberiya Rojava kirin, hatin binçavkirin
Hêzên ewlehiyê li bajarê Silêmaniyê du melayên tundrew yên binavê Bizazra Heme Reşîd û Kameran Elî ji ber heqareta li jinên Kurd û berxwedana Rojavayê Kurdistanê binçav kir. -
Ciwanên Êzidxanê çalakiyên xwe yên ji bo Rojava didomînin
Ciwanên Êzidxanê ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê di nava çalakiyan de ne. Ciwanan îro li navenda bajarê Şengal û komelgaha Dahûla çalakî lidar xistin û dilsoziya xwe bi berxwedaniya gelê Rojava anîn ziman. -
Xelkê Mexmûrê: Em bawerî bi hêza xwe tînin
Çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ku li ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, bi koma 180’an û di roja 920’an de bi biryardariyek xurt didome. -
Li Başûrê Kurdistanê bi hezaran kes ji bo Rojava meşiyan
Di meşên ku li Silêmanî, Dihok û bajarokê Serûçawa yê girêdayî Ranyayê de li dijî êrîşên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk a dagirker, peyama piştevaniyê ji bo Rojavayê Kurdistanê hate dayîn. -
Bijîşkên Silêmaniyê daxwaza çûyîna Rojava kirin
Bijîşkên Silêmaniyê daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin ku rê ji bo wan bê vekirin ku xwe bigihînin Rojavayê Kurdistanê. -
Li Duhokê kampanyaya alîkariyê didome
Kampanyaya alîkariyê ya ji bo piştevaniya gelê Rojava, di rojan 3’yan de ye. -
Xelkê Silêmanî bi rojane li ser piyan e
Xelkê Silêmanî îro jî daketin kolanan û ji bo piştgiriya Berxwedana Rojava di nava çalakiyê de ne. -
Kampanyayên alîkariyê dewam dikin
Li bajarokê Seyîdsadiq kampanyaya alîkariyê ya ji bo Rojava, dewam dike.