KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Xelkê Germiyanê ji bo Rojava li qadan e
Xelkê Germiyanê ji bo piştevaniya berxwedana Rojava daketin qadan û meşeke girseyî lidar xistin. -
Li Koye û Binarê Qendîlê meşên piştevaniyê ji bo Rojava
Xelkê navçeya Koye û Derekotir a Binarê Qendîlê ji bo piştgiriya berxwedana rûmetê ya Rojavayê Kurdistanê meşên girseyî lidar xistin. Di meşan de êrişên çeteyan û dewletên piştgirên wan hatin şermezarkirin. -
Mesrûr Barzanî derbarê peymana QSD-ŞAM’ê de daxuyanî da
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî xwest ku peymana di navbera Hikûmeta Demkî ya Şamê û QSD’ê de berfirehtir bibe û bibe wesîleya azadî û pêşveçûnekî zêdetir. -
Xelkê Seyîdsadiq piştgirî da Berxwedana Rojava
Xelkê Seyîdsadiq yên derketin kolanan bi meşekî girseyî xwedî li berxwedana Rojava derketin. -
Cenazeyê şehîd Ehmed Omer gihişte Başûrê Kurdistanê
Cenazeyê şehîd Ehmed Hêmin Omer di deriyê Sêmalka re gihişte Başûrê Kurdistanê. -
Nêçirvan Barzanî: Em piştgiriyê didin peymanê mafên Kurdan divê bi destûra bingehîn bên misogerkirin
Nêçirvan Barzanî anî ziman ku ew piştgiriyê didin peymana navbera QSD û Hikumeta Demkî ya Şamê û destnîşan kir ku di avakirina Sûriyeya nû de divê mafên Kurdan bi destûra bingehîn bêne misogerkirin. -
25 qemyonên alîkariyê ber bi Kobanê ve bi rê ketin
25 qemyonên alîkariyê yên ku ji aliyê Platforma Parastin û Hevgirtinê ya Bajarê Amedê ve hatî komkirin, ber bi Kobanê ve bi rê ketin. -
Li navçeya Qelqelî ya Wanê meşa ji bo Rojava
Li hemberî êrişên li ser Rojava li navçeya Qelqelî ay Wanê bi sedan kes meşiyan û daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di meşê de hate destnîşankirin ku gelê Kurd wê teslîm nebe. -
Malbata Şehîd Ehmed: Em bi şehîdê xwe serbilind in
Malbata Şehîd Ehmed Hêmin ku di berxwedana Rojava de şehîd bû, diyar kir ku ew bi kurê xwe serbilind in û bang li her kesî kir ku xwedî li Rojava derkevin. -
Li Şemrexê protestoya ji bo Rojava: Bi milyonan mirov bi vê felsefeyê re ne
Li navçeya Şemrex a Mêrdînê êrişên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk ên li ser Rojava hatin şermezarkirin. -
Li Wanê bi deh hezaran kes ji bo Rojava daketin qadan
Êrişên li ser Rojava li Wanê bi meşeke girseyî hate şermezarkirin ku bi deh hezaran kes tevlî bûn. -
Li Derbendîxanê kampanyaya alîkariyê dewam dike
Li navçeya Derbendîxanê kampanyaya alîkariya ji bo Rojava hatî destpêkirin, berdewam dike. Bang li her kesî hate kirin ku tevlî kampanyayê bibin. -
Polîsan avêtin ser Şaredariya Cizîrê: Pankarta 'Jin, Jiyan, Azadî' hate danîn
Pankarta bi nivîsa "Jin, Jiyan, Azadî" ya li avahiya xizmetê ya Şaredariya Cizîrê ya DEM Partiyê hatibû daliqandin, ji aliyê polîsan ve hate daxistin. -
Li Pasûrê êrîşên li ser Rojava hatin şermezarkirin: Divê demildest şer bidawî bibe
Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk li navçeya Pasûrê ya Amedê li dijî êrîşên li ser Rojava daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn. -
Îbrahîm Xwedêda: Divê civaka Êzidî li dijî senaryoyên wekî 2014’an hişyar be
Rojnamevan Îbrahîm Xwedêda diyar kir ku divê civaka Êzidî li hemberî êrîşan hişyar be û bang li eşîr û rûspiyancivaka Ezidî kir ku yekîtiya xwe ava bikin. -
'Êrîşên li ser Rojava ji bo astengkirina pêvajoyê ne'
Endamê Heyeta Îmraliyê Faîk Ozgur Erol diyar kir ku êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê armanc dikin ku pêşiya aştiya muhtemel a Tirk-Kurd û pêvajoya aştiyê bigirin. -
Êzidiyên Şengalê: Ger Rojava nemîne, wê Şengal jî nemîne!
Êzidiyên Şengalê êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê weke êrîşên li dijî xwe dibînin û dibêjin: ‘‘Fikrê Rêber Apo yê li Rojava û Şengalê DAÎŞ’ê binxist, niha dixwazin tola wê hilînin. Eger Rojava nemîne, wê Şengal jî nemîne. -
KJK: Li Rojava û Îranê gel li dijî qirkirinê dîrokê dinivîsin
KJK, li hemberî êrîşên qirkirinê yên li Rojava û Rojhilatê yên ku kûr dibin, berxwedana gelan silav kir. KJK bal kişand ku planên emperyalîst Rojhilata Navîn dike Xeze û bang li raya giştî ya cîhanê kir ku bikeve tevgerê. -
Xelkê Derbendîxanê ji bo piştgiriya Rojava bi girseyî meşiya
Xelkê Derbendîxanê ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê meşek girseyî li dar xist û ji dagirkeran re gotin “Kurdistan nakeve lê dê dîrokeke serkeftinê tomar bike.” -
Li Çemçemalê peykerê keziyeke pênc metre ji bo berxwedana Rojava hat çêkirin
Li Peymangeha Hunerên Bedew ya Çemçemalê peykerê keziyeke pênc metre dirêj ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê hat çêkirin. -
Xelkê Başûr wê roja Înê ji bo Rojava dakevin qadan
Wê roja Înê di bin dirûşmeya “Yekîtiya Kurdan” li hemû deverên Başûrê Kurdistanê ji bo piştgiriya berxwedana rûmetê ya gel û şervanên Rojavayê Kurdistanê meşên girseyî werin lidarxistin. -
Li Herêma Kurdistanê weşana dijbertiya Rojava dikin, hatin qedexekirin
Wezareta Çandê ya Herêma Kurdistanê weşana kanalên biyanî û Erebî ku piştevaniya komkujiya ji aliyê çeteyan ve li ser gelê Rojavayê Kurdistanê tê kirin, li Herêma Kurdistanê qedexe kir. -
Li Amedê tevî astengiya polîsan jî çalakiya Rojava hate lidarxistin
Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê li dijî êrişên li ser Rojavayê li ber girtîgeha Tîpa E ya Amedê kom bû û li vir daxuyanî da. Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kayayê bang li hemû gelê cîhanê kir û xwest hemû cîhan deng bide denge Rojava. -
Li Amedê ji bo Kampanyaya Alîkariya Mirovî ya Lezgîn daxuyanî hat dayîn
Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê, lîsteya alîkariya dê ji bo Kobanê were kirin û navnîşan parve kir û bang li tevahiya gel kir ku piştgiriyê bidin. -
Li Silêmaniyê xwendekaran ji bo Rojava çalakî lidar xist
Li Rêveberiya Perwerdeyê ya Rojhilat a li Silêmaniyê ji bo piştgiriya Rojava rêzeçalakî lidar xistin.