Li Silêmaniyeyê êrişa li ser baregeha Komele: Pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest
Li Silêmaniyeyê di êrişeke li ser baregeha li Zirguwêzê de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da, yek jî birîndar bû.
Li Silêmaniyeyê di êrişeke li ser baregeha li Zirguwêzê de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da, yek jî birîndar bû.
Çavkaniyek ji Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê-Îran ku nexwest navê xwe eşkere bike têkildarî êrişek nû li ser hêzên wan, agahî da Rojnewsê.
Çavkaniyê diyar kir ku îro danê sibehê bi çend dronên xwekuj êrişî baregeha hêzên wan ên li Zirguwêz ya li sînorê parêzgeha Silêmaniyeyê hate kirin.
Heman çavkaniyê da zanîn ku di encama êrişê de pêşmergeyek bi navê Umêd Weysî jiyana xwe ji dest da û pêşmergeyek din jî birîndar bû.
Hêjayî gotinê ye ku ji destpêka şerê Dewletên Yekbûyî Emerîkayê (DYE) û Îranê ve, gelek caran baregeh û navendên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê bi drone û fuzeyan hatine hedef girtin. Di van êrişan de 2 pêşmerge jiyana xwe ji dest dan û 3 pêşmerge jî birîndar bûn.