Îranê 3 caran sînorê Pênciwênê bombebaran kir
Hat ragihandin ku Îranê 3 caran bi ketober sînorê bajarokê Germik a Pênciwênê bombebaran kir.
Hat ragihandin ku Îranê 3 caran bi ketober sînorê bajarokê Germik a Pênciwênê bombebaran kir.
Li gorî nûçeya Rojnewsê, di saetên êvarî de Îranê sînorê Gundê Qelender Awa ya ser bi bajarokê Germik a girêdayî navçeya Pênciwên a Parêzgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kiriye.
Hate destnîşankirin ku herêmê 3 caran hatiye bombekirin.