KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Banga ji bo parastina zimanê dayikê: Perwerdeya ziman a destpêkê ji malê destpê dike
Bi nêzîkbûna 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê re Huseyîn Dalga ji bo parastina zimanê dayikê bang kir û got, "Divê em zimanê xwe biparêzin. Ji ber ku perwerdeya destpêkê ya ziman ji malê destpê dike." -
Fedaiya berxwedana Cizîra Botan: Feraşîn Gabar
Feraşîn Gabar a li Cizîra Botan ji dayik bû li dijî êrişên li ser gel û welatê xwe bi salan têkoşiya, berdêlên giran da û di oxira vê dozê de canê xwe feda kir. Hevrêyên wê ji bo bicihanîna xeyala wê ya azadiyê têkoşînê dewam dikin. -
Şaredariya bi pir zimanî: Kursên bi Suryanî û Ermenî destpê kir
Midûrê Şaxê Parastina Ziman a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Tahîr Baykûşak diyar kir ku ew dixwazin karê şaredariyê yên bi pir ziman û pir rengî bikin û got, li gel kêmasiyan jî ew hewl didin projeyên danîne pêşiya xwe bi cih bînin. -
Akademîya Jineolojî ya Şengalê: Di civaka Êzidî de helwesta xweparastinê zêde dibe
Akademîyê bal kişand ser gefên li ser Şengalê û bang li raya giştî kir ku bi awayekî "bi girîngîya jiyanî" bikevin tevgerê. Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku civaka Êzidî ne wekî sala 2014’an bêparastin e. -
Li Silêmaniyê îdiaya êrîşa bi drona a li ser wesayîtekî: Kesek jiyana xwe ji dest da
Di navbera Pîremegrûn û Silêmaniyê de li nêzîk xala kontrolê ya Kelewanan agir bi wesayetekê ket û kesek jiyana xwe ji dest da. Rêxistina CPT ya Amerîkî îdia dike ku wesayît bi dronê hatiye bombekirin. -
Li Qeladizê ciwanê ku ji Rojava vegeriya hat pêşwazîkirin
Li Qeladizê pêşwazî li ciwanê bi navê Hêdî Îsmaîl ê ku tevlî seferberiya berxwedana rûmetê ya Rojavayê Kurdistanê hate kirin. Hêdî got; “Divê Kurd her tim piştgiriya hev bikin.” -
Êrîşên Îranê yên li hemberî zimanê Kurdî hatin şermezarkirin
Mamostayên Rojhilatê Kurdistanê kiryarên dewleta Îranê yên ji bo tunekirina zimanê Kurdî şermezar kirin û ragihandin ku gelê Kurd sedsale ji bo parastina zimanê xwe li ber xwe dide. -
‘Divê em dersê ji Fermana 2014’an derxin û tifaqa xwe ava bikin’
Serokê eşîrên Şengalê Mîrza Bekir, bang li aliyên leşkerî û siyasî yên Şengalê kir ku ji bo parastina destkeftiyan û rêgirtina li fermanên nû, bi zûtirîn dem yekitiya xwe ava bikin. -
Ozmen: Heta ku meseleya Kurd neyê çareserkirin demokratîkbûn pêk nayê
Ahmet Ozmen anî ziman ku astengiya herî mezin a li pêşiya demokratîkbûna li Tirkiyeyê meseleya Kurd e û got, "Eger hûn ji perspektîfa ewlekariyê li meseleya Kurd binihêrin, hûn nikarin bi pêş ve biçin. Pêvajoya pêncî salên dawî li ber çavan e." -
Ozdemîr: Bicihanîna mafê hêviyê wê tevkariyê li çareseriya meseleya Kurd bike
Parêzer Mehdî Ozdemîr diyar kir ku 'mafê hêviyê' li hemberî cezayê heta bi hetayê yê girankirî garantiyek e û destnîşan kir ku bicihanîna mafê hêviyê wê tevkariyê li çareseriya meseleya Kurd bike. -
10 çeteyên DAÎŞ'ê li herêmên Başûr hatin girtin
Ajansa Ewlekariya Herêma Kurdistanê ragihand ku di encama operasyona li herêmên Helebce, Seyîdsadiq, Pênciwên, Germiyan û Diyalayê de 10 çeteyên DAÎŞê hatine girtin. -
Xelkê Silêmaniyê ciwanên ku tevlî seferberiya Rojava bibûn, pêşwazî kirin
Li bajarê Silêmaniyê şeş ciwanên ku sînorên destçêkirî rakirin û beşdarî seferberiya Rojavayê Kurdistanê bûbûn hatin pêşwazîkirin. -
Qeyûm li Wanê hate şermezarkirin: Dawî li desteserkirina îradeyê bînin
Platforma Demokrasî û Kedê ya Wanê di salvegera tayînkirina qeyûm a li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de daxuyaniyek da û pêkanîna qeyûm şermezar kir. -
Ji Serhedê heya Heftanînê: Eşref Ferhat Spikî
Eşref Ferhat Spikî yê ku li navçeya Panos a Agiriyê ji dayîk bûye, dibe yek ji wan lehengên ku ji Serhedê heya Heftanînê kevneşopî û dîroka berxwedêriya gelê Kurd zîndî kiriye. -
Şêniyên Amedê: Komploya navneteweyî negihîşt armanca xwe
Şêniyên Amedê diyar kirin ku Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê negihîşt armanca xwe û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin. -
‘Komploya 15’ê Sibatê têk çû, berxwedan didome’
Gerîlayên HPG û YJA Starê diyar kirin ku komploya 15’ê Sibatê bi berxwedana Rêber Apo, gel û şervanên azadiyê têk çûye û gotin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bibe, dê têkoşîna xwe bidomînin. -
Pencwênî: Berxwedana Rojava yekîtiya neteweyî ya Kurdan pêk anî
Siyasetmedarê Kurd M. Emîn Pencwênî diyar kir ku bi berxwedana Rojava re yekîtiya neteweyî ya Kurdan ava bûye û got, "Asta hişmendiya Kurdistanî û siyasî ya Kurdan guherî û bilind bû. Ev yek jî destketiyeke mezin a berxwedana li Rojava ye." -
Di çalakiya Mexmûrê de Komploya 15’ê Sibatê hat şermezarkirin
Çalakiya Nobetê ya li wargeha Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, bi şermezar kirina komploya navneteweyî bi dewirgirtina koma 184’emîn, di roja 942’an de didome. -
Dayika Aştiyê Berfîn Sayin jiyana xwe ji dest da
Dayika Aştiyê Berfîn Sayin li nexweşxaneya ku nêzîkî du mehan ji ber penceşêrê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. -
Serokeşîrên Şengalê: Em her cûre leşkerîkirin û ferzkirina şer a li ser Şengalê red dikin
Serokeşîrên Şengalê têkildarî gefên li ser Şengalê li hev civiyan û diyar kirin ku ew her cûre leşkerîkirin û ferzkirina şer a li ser Şengalê red dikin û bang li hemû hêzên Şengalê kir ku bibin yek. -
Li Ranye li ser Roja Zimanê Dayikê semîner hat lidarxistin
Li Ranye têkildarî Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê semîner hat lidarxistin.Zimanzan Dr. Seed Qazî diyar kir ku li gorî lêkolînan, gundên Kurdan ên li Kurdistana Sor nemane û erdnîgariya wan hatiye jêbirin. -
Tevgera Goran kongreya xwe lidar xist
Tevgera Goran li Kerkûkê kongreya xwe lidar xist. Di konferansê de Dana Ehmed Mecîd wek Serokê Tevgera Goran hat hilbijartin. -
Tulay Hatîmogûllari: Divê em berê xwe bidin Îmraliyê
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari: Ji bo serketina pêvajoyê divê ne tenê bi gotinê her wiha bi çalakiyê em berê xwe bidin Îmraliyê. -
Ji Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê banga ji bo 'Murşîtpinar'ê
Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê ragihand ku li bajarê Kobanê krîza mirovî kûr dibe û xwest, Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê li alîkariya mirovî bê vekirin. -
Gerîlayên HPG Û YJA Starê: Azadiya Rêber Apo azadiya civakê ye
Bi boneya salvegera 15’ê Sibatê komploya navneteweyî gerîlayên HPG û YJA Starê anîn ziman ku li gel azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê gel jî azad bibe û ronahî bigihîje dilê her kesî.