Deriyê Sînor ê Başmax wê ji bo 24 saetan bê girtin
Rêveberiya Deriyê Sînor a Başmaxê ragihand ku ji 20'ê Adarê û pê ve deriyê sînor wê ji bo 24 saetan bê girtin.
Rêveberiya Deriyê Sînor a Başmaxê ragihand ku ji 20'ê Adarê û pê ve deriyê sînor wê ji bo 24 saetan bê girtin.
Rêveberiya Deriyê sînor yê Başmax yê Navneteweyî, bi daxuyaniyekê ragihand ku wê roja yekem ya cejna Remezanê, ji bo 24 saetan deriyê Başmax girtî bimîne.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku wê deriyê sînor di roja duyem ya cejna Remezanê de carek din were vekirin û çûyîn û hatin asayî bibin.
Hêjayî gotinê ye deriyê sînor yê Başmax, yek ji deriyên girîng yê Herêma Kurdistanê yê bi Îranê reye, ev derî dikeve sînorê bajarokê Pênciwênê.