BI DÎMEN

Li Binarê Qendîlê bi hezaran kes bi meşaleyan hatin cem hev

Berî pîrozbahiyên Newrozê yên ku dê sibê li Binarê Qendîlê bên lidarxistin, bi hezaran kes di meşa bi meşale de hatin ba hev. Koreografiya nexşeya Kurdistanê ku ji aliyê ciwanan ve hatibû amadekirin, mohra xwe li şevê da.

Bi hezaran kesên ku ji her çar parçeyên Kurdistanê hatibûn, berî pîrozbahiyên Newroza sibê ya li Binarê Qendîlê, meşeke bi meşale li dar xistin.

Di çarçoveya çalakiyên şeva Newrozê de, ciwanan di meşa ku li gundê Enzê hatibû organîzekirin de bi meşaleyan koreografiya nexşeya Kurdistanê çêkirin. Ev çalakiya ku wekî şahiyeke dîtbarî derket pêş, bala her kesî kişand.

Piştî meşê, pîrozbahiyên şeva Newrozê dest pê kirin. Gel li dora agirên Newrozê yên hatibûn vêxistin govend gerandin û pîrozbahî domandin.

Pîrozbahiyên li Binarê Qendîlê dê sibê piştî nîvro bi çalakiyeke berfireh berdewam bikin.