KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Îranê bi dronan êrîşî baregeha PAK’ê ya li Hewlêrê kir
Rejîma Îranê bi dronên xwekuj êrişî baregeha Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) ya li Hewlêrê kir. -
Li Silêmaniyê êrîşî avahiya NY’ê ya berê hat kirin
Êrîşî avahiyeke berê ya Neteweyên Yekbûyî ya li here Girê Riayê ya bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê hat kirin. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin. -
Bi 7 dronan êrîşî Konsolxaneya Amerîka ya li Hewlêrê hat kirin
Di saetên şevê de Konsolxaneya Amerîka ya li Hewlêrê bû hedefa dronên xwekuj yên Îranê. Êrîş ji aliyê sîstema parastinê ve hate astengkirin. -
Nobeta Azadiyê ya li Mexmûrê di roja 957’an de ye
Çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ku li ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, bi koma 186’an û di roja 957’an de bi biryardariyek xurt didome. -
Li Başûrê Kurdistanê hinardekirina neftê rawestiya
Herêma Kurdistanê hinardekirina bi rêya Bendera Ceyhan ya Tirkiyeyê bi temamî rawestand. -
Îranê êriş bir ser Partiya Demokrat a Kurdistanê
Dewleta Îranê bi fuze û droneyan êriş bir ser baregeha Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê ya li Herêma Kurdistana Federe. -
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat bo çekdarên rejîmê: Dev ji rejîmê berdin
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bang li hêzên çekdar yên rejîmê li Rojhilatê Kurdistanê kir ku dev ji bermahiyên Komara Îslamî ya Îranê berdin. Her wiha bang li gel kir ku bi qasî ku pêkan be ji baregehên leşkerî yên rejîmê dûr bisekini -
Mazlûm Ebdî bi Mesûd û Mesrûr Barzanî re axivî
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî bi rêya telefonê bi Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDP) Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî re axivî. -
PJAK: Êrîşên Îranê yên li dijî hêzên Kurd nîşaneya tirsê ye
PJAK’ê ragihand ku êrîşên li ser navend û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê, êrîşên li ser hevpeymaniya partiyan û gelê Kurd in û nîşaneya tirsa dewleta Îranê ye. -
Mazlûm Ebdî û Mesrûr Barzanî bi telefonê bi hev re axivîn
Fermandarê Giştî yê QSD'ê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi telefonê li ser aramî û ewlehiya li herêmê axivîn. -
Kaya: Yekîtiya neteweyî ya Kurd êdî ne tenê nîqaşeke teorîk e
Serokê Giştî yê PIA'yê Ahmet Kaya işaret bi nîqaşên li ser "yekîtiya neteweyî" ya li nava siyaseta Kurd kir û got, yekîtî êdî veguheriye meseleyeke man û nemanê. -
Wezareta Pêşmergeyan bang li Sûdanî kir
Wezareta Pêşmergeyan di daxuyaniya xwe ya têkildarî hedefgirtina Firqeya 11’an de xwest ku berpirsyarî were girtin û kiryar werin darizandin. -
Li Koyê 2 fuzeyên hêzên rejîma Îranê hate xistin
Hêzên rejîma Îranê, baregehek girêdayî Wezareta Peşmergeyan hedef girt, li Koyê jî 2 fuze hatin xistin. -
Serdana girseyî ji bo malbata şervanê YPG'ê Bor
Ji bo şervanê YPG'ê Dîndar Bor ê şehîd bû, girseya gel serdana sersaxiyê li malbata wî kir. -
Koma Iraqî berpirsyariya êrişa li ser Hewlêrê li xwe girt
Komeke çekdar a bi navê Seraya Ewliya Dem a li Iraqê ragihand ku bi balafireke bêmirov êriş biriye ser baregeha leşkerî ya DYE'yê ya li Hewlêrê. -
Deriyê Sînor yê Hacî Omeran hat girtin
Ji ber şerê di navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê de hemû karên bazirganî û hatin û çûnê ya li Deriyê Sînorî yê Hacî Omeran ya Navneteweyî hate girtin. -
Xelkê Tilezêr bang li hikûmeta Iraqê kir: Pêdiviya Êzidiyan bi ewlehiyê heye!
Xelkê Tilezêr a Şengalê li hemberî biryara komkirina çekan ev bang li Iraqê kir û got: “Civaka Êzidî hîn jî di bin bandora qirkirinê de ne. Pêdiviya Êzidiyan ne bi zextê bi ewlehiyê heye.’’ -
Xizmên windayan aqûbeta windayan pirsîn
Xizmên windayan û ÎHD li Amed, Êlih û Colemêrgê aqûbeta windayan pirsîn û daxwaz kirin ku kujer bên darizandin. -
Tevî astengiyên cûrbecûr jiyan li gundê Bokriskanê dewam dike
Gundê Bokriskan yek ji gundên herî diyar û kevnar ên çiyayên Qendîlê ye. Tevî astengiyên cûrbecûr ên wekî bombebarankirin û nebûna hin xizmetguzariyê, xelkê heremê xwezaya xweşik, parastine û jiyana xwe dewam dikin. -
Mehmet Vural jiyana xwe ji dest da
Serokê DÎTAM’ê yê berê û parêzvanê mafên mirovan Mehmet Vural jiyana xwe ji dest da. -
Li Amedê meşa 'Mafê Hêviyê': Bang sererastkirinên qanûnî li hikumetê hate kirin
Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) bi dirûşma 'Bila mafê hêviyê tavilê bi cih bê anîn' li Amedê meşek lidar xist. -
PJAK'ê ji bo hunermend Yedullah Mihemedî peyama sersaxiyê weşand
PJAK'ê ji bo hunermend Yedullah Mihemedî peyama sersaxiyê weşand û bal kişand ser rola girîng a hunermend ji bo parastina çanda Kurd. -
Ehwen Çiyako: Garantiya hebûna Kurdan û bersiva pêvajoyê yekîtî ye
Endamê Desteya Rêveber a PJAK’ê Ehwen Çiyako têkildarî yekîtiya partiyên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistanê axivî û diyar kir ku xala sereke ya tifaqê avakirina hêzeke neteweyî ye. -
Amedî: Bawerî bi gavên şênber dibe
Di ser "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêber Apo re salek derbas bû. Amedî dibêjin pêvajo gelekî giran bi rê ve diçe û dixwazin diyalog bê zêdekirin û gavên şênber bêne avêtin. -
Şandeyek Şengalê serdana Bexdayê kir, banga diyalogê kir
Şandeyeke Koordînasyona Şengalê ya Pêkhate û Hêzên Niştimanî çû Bexdayê û ji hikûmetê xwest ku ji vebijarkên leşkerî dûr bisekine û bi rêya diyalogê li çareseriyê bigere.