Li Bedlîsê ji ber lêpirsîna Newrozê kesek hat girtin

Ji 17 kesên ku di serdegirtinên malan ên li Tetwan û Xelatê de hatibûn binçavkirin, kesek hat girtin û 11 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Di 25’ê Adarê de li navçeyên Tetwan û Xelatê yên Bedlîsê bi ser gelek malan de hatin kirin.

17 kesên ku di çarçoveya lêpirsîna ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê ve bi tawanbariya "propagandaya rêxistinê kirine” hatiye destpêkirin de hatibûn binçavkirin, piştî karûbarên li emniyetê sewqî Edliyeya Bedlîsê hatin kirin.

16 kesên ku ji ber beşdarî pîrozbahiyên Newrozê hatibûn binçavkirin, tevî Dayika Aştiyê Bedriye Talaş 4 kes piştî îfadeyên li dozgeriyê hatin berdan.

Piştî îfadeya dozgeriyê kesek bi daxwaza girtinê û 11 bi şertê kontrola edlî sewqî dadgeriya nobedar kir. Ji 12 kesan 11 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan û kesek jî hat girtin.