KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'Her gotineke Rêbertî ji bo me ferman e'
Şêniyên Wargeha Mexmûrê anîn ziman ku divê dewleta Tirkiye gavek berbiçav ji bo pêvajoyê bavêje û gotin: "Em ê heta dawiyê piştgiriya pêvajoyê bikin ku Rêbertî daye destpêkirinin." -
Dogan Erbaş: Muzakere jî têkoşîn jî dewam dike
Hevberdevkê Dibistana Partiyê ya DEM Partiyê Dogan Erbaş bal kişand ser nîqaşên têkildarî raporê û diyar kir ku pêvajo demdirêj e, lewma sererastkirinên qanûnî yên gengaz jî bi têkoşînan civakî û pêşketinên siyasî ve girêdayî ye. -
Li Kampa Mexmûrê çalakiya nobetê ji bo Rêber Apo di roja 952’an de ye
Li Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), çalakiya nobetê ya ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatibû destpêkirin, di roja 952’an de ji aliyê koma 186’an ve hat dewrgirtin. -
Yekîtiya Jinên Êzidî yên Rojava: Dixwazin vîna Êzidiyan tasfiye bikin
Yekîtiya Jinên Êzidî yên Rojava derbarê tevgera leşkerî ya li Şengalê û hewldanên bêçekkirina Êzidiyan de hişyarî da û ragihand ku ev yek dikare herêmê careke din ber bi kaosê ve bibe; her wiha bal kişand ser mafê xweparastinê yê gelê Şengalê. -
Bakirhan: Ji bo serkeftina gava nû divê dawî li pratîkên qeyûm bê anîn
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di daxuyaniya xwe ya li Amedê de diyar kir ku ji bo serkeftina asta nû, divê sepanên qeyûm bi dawî bibin û bang kir ku hevşaredarên ji erkê hatine girtin, vegerin ser karê xwe. -
Rohat Aktaş û Mehmet Yavûzel li ser gora xwe hatin bîranîn
Gerînendeyê Karên Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş û Endamê Meclîsa DBP’ê Mehmet Yavûzel ên li jêrzemîna Cizîrê hatibûn qetilkirin, li navçeya Pirsûsê ya Rihayê li ser gora xwe hatin bîranîn. -
KNK’ê piştgirî da hevpeymaniya siyasî ya li Rojhilatê Kurdistanê
Konseya Rêveber a KNK’ê, diyar kir ku ew piştgirî didin hevpeymaniya siyasî ya ku di 22’yê Sibatê de ji hêla 5 partiyên Kurd ve hatiye ragihandin û got, “Di pêvajoyeke wiha krîtîk de ev pêngav pêşketineke dîrokî û bi qîmet e.” -
Zeynep Karayilan: Mafê hêviyê mafekî gerdûnî ye, ne qencî ye
OHD bi daxwaza bicihanîna 'mafê hêviyê' wê di 27'ê Sibatê de li Amedê meşekê lidar bixe. Hevseroka OHD'ê Zeynep Karayilan got, "Mafê hêviyê mafekî mirovan ê gerdûnî ye, ne qencî ye" û ji bo tevlîbûna li meşê bang li hiqûqnasan kir. -
Îranê 2 girtiyên siyasî yên Kurd mehkûmî îdamê kir
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku bi hinceta tevlî serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ bûne cezayê darvekirinê li du girtiyên siyasî yên Kurd, hate birîn. -
Li hemberî biryara navçekirina Gulale greva giştî hate ragihandin
Li Xaneqînê li dijî biryara hikumeta Iraqê ya ji bo navçekirina Gulaleyê, xebatkarên saziyên ser bi hikumeta Herêma Kurdistanê û esnafan greva giştî ragihandin. -
Di Remezanê de sifre vala man: Heya penêr û zeytûn jî bi deyn tên standin
Welatiyên ku li gel hatina meha Remezanê derketin bazarê ji ber buhayên zêde destvala vedigerin malên xwe. Welatiyên ku heya penêr û zeytûnan jî bi deyn distînin, diyar kirin ku însanên destteng hejartir dibin. -
Xelkê Bergarê piştî 3 salan vegeriyan gundê xwe
Gundiyên Devera Bergare ya li Binarê Çiyayê Gare, astengiyên li pêşiyên xwe rakirin û piştî 3 salan vegeriyan gundê xwe. Rûxandina li gundan ji aliyê kamerayên Rojnewsê ve hatin tomarkirin. -
Nûnerên YNK, QSD û DYA’yê li hev civiyan
Bafil û Qubad Talebanî li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî pêşwazî kir. Di hevdîtinê de geşedanên li Sûriyeyê hatin nîqaşkirin. -
Xelkê Bergarê rêya Amediyê-Dêrelokê ji bo çûn hatinê girt
Welatiyên gundê Bergare ya ser bi sînorê navçeya Amêdiyê weke nerazîbûnê ji bo pêşîgirtina çûna nava bax û baxçeyên xwe li hev kom bûn û rêya serekî ya navbera Amêdiyê û Dêrelokê li çûn û hatinê girtin. -
Li Tehranê girtiyê siyasî yê Kurd 10 roj in di greva birçîbûnê de ye
Girtiyek siyasî yê Kurd 10 roj in li girtîgeha Evîn ya li Tahranê, li dijî êşkenceyê dest bi greva birçîbûnê kiriye. Tê gotin rewşa tenduristiya girtiyê Kurd ne başe. -
'Armanc teslîmgirtina îradeya Êzidiyan e, ne komkirina çekan e'
Endamên rêxistin û saziyên Şengalê nerazîbûn nîşanî hewldana bêçekkirina Şengalê dan û diyar kirin ku armanc ji vê hewldanê teslîmgirtina îradeya Êzidiyan e, ne tenê komkirina çekan e. -
Peyman Viyan: Em bi yekîtiyek siyasî dikarin Rojhilat biparêzîn
Hevseroka PJAK’ê Peyman Viyan got ku Rojhilata Navîn bi nexşerêyeke tund re rû bi rû ye û gelê Kurd tenê bi avakirina yekîtiya neteweyî dikare xwe ji projeyên dagirkeriyê biparêze. -
Rêveberiya Xweser a Şengalê: Biryarên bi vî rengî xizmeta aramiya Iraqê nakin
Rêveberiya Xweser a Şengalê têkildarî biryara hikûmeta Iraqê ya ji bo komkirina çekan li gund û komelgehên Êzidiyan daxuyanî da. Di daxuyaniyê de bang li Bexdayê kir ku ji vê biryara xwe vegere û got ku ev biryar xizmeta aramiya Iraqê nake. -
Partiyên Kurd ên li Kerkûkê êrişa li ser taxa Newrozê şermezar kirin
Partiyên Kurd ên li Kerkûkê bi daxuyaniyeke hevpar êrişa artêşa Iraqê ya li ser taxa Newrozê ya Kerkûkê şermezar kirin. -
Nûnerên saziyên Şengalê: Heta dorpêça li ser Şengalê bê rakirin em ê li qadan bin
Nûnerên sazî û rêxistinên Êzidî yên Şengalê bi daxuyaniyeke çapemeniyê li ber dorpêça leşkerî ya li ser Şengalê rabûn û bang li hikumeta Iraqê kirin ku hêzên wan ên parastinê bi fermî nas bike. -
KJK: Em ji bo Şengalê bikevin nava liv û tevgerê
Koordînasyona KJK'ê bang li her kesî kir ku ji bo naskirin û misogerkirina statuya xweser a gelê Şengalê bikeve nava hewldanên dîplomatîk, siyasî û parastinê. -
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Civaka Êzidî careke din bi rîska bêçekkirinê û lawazkirina îradeya xwe re rû bi rû ye. Dewleta Iraqê, ku di dîrokê de gelek caran hewl daye Êzidiyan bê parastin bihêle, îro bi rêbazên nû û di bin sîbera zextên herêmî de, heman polîtîkayê dimeşîne. -
Bi zêdebûna gefên DAÎŞ’ê re artêşa Iraqê dest bi bêçekirina Êzidiyan kir!
Di demek ku gefên DAÎŞ’ê û komên çete li ser Êzidiyên Şengalê zêde bûye de artêşa Iraqê li Şengalê dest bi bêçekirina welatiyên Êzidî kir ku ji bo parastina xwe hildigirin. -
Çêkirina rêya leşkerî ya dewleta Tirk li Dêrelokê qadên xwezayî xira kir
Dewleta Tirk a dagirker li bajarokê Dêrelokê dest bi çêkirina rêyeke nû ya leşkerî kir. Ji ber çêkirina rê gelek qadên xwezayî hatine xirakirin. -
Li Silêmaniyê semînera li ser ziman û mafê destûrî hate dayîn
Li Silêmaniyê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê semînerek ji aliyê Saziya Azadî ve bi hevkariya Komîsyona Ziman û Çandê ya KNK’ê hate dayîn.