Li Şirnexê bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ meş
Li Şirnexê piştî şahiya Newrozê, meşeke girseyî hate lidarxistin.
Li Şirnexê piştî şahiya Newrozê, meşeke girseyî hate lidarxistin.
Pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Şirnexê ku bi deh hezaran kes tevlî bûn, bi dawî bû. Di pîrozbahiyê de bênavber dirûşma "Bijî Serok Apo" hate berzkirin û girseyê bi yek dengî stran got û li ber govend gerand. Herî dawî hunermend Yûsûf Oguz derket ser dikê û gel li ber stranên wî govend gerand.
Piştî pîrozbahiyê, welatiyan meşeke girseyî lidar xist. Di meşê de dirûşma "Bijî Serok Apo" hate berzkirin.