KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Çomanê droneyek ket: Kesek birîndar bû
Li taxa Kosretan ya navçeya Çoman a Hewlêrê droneke êrîşê ket. Di encamê de kesek birîndar bû û ziyan gihîşt gelek malan. -
Êrişa li Hewlêrê: Kesek mir, 3 jî birîndar bûn
Li Hewlêrê di êrişa bi droneyê de karmendekî balafirgehê jiyana xwe ji dest da, 3 kes jî birîndar bûn. -
Li Silêmaniyeyê 6 êrişên nû hatin kirin
Li hemberî navenda bajarê Silêmaniyeyê û Fermandariya Hêzên 70'emîn bi şev bombardûman hate kirin. -
PJAK: Îran û Rojhilatê Kurdistanê wê bibin welatê jinên azad
PJAK’ê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyanî da û got, Îran û Rojhilatê Kurdistanê wê bibin welatê jinên azad. -
KCK: Armanca vê 8’ê Adarê divê azadkirina Rêber Apo be
KCK: Armanceke girîng a vê 8’ê Adarê divê azadkirina Rêber Apo be. Azadiya Rêber Apo wê demeke welê bide destpêkirin ku têkoşîna azadiya jinê wê li tevahî cîhanê gav bavêje. -
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Bi droneke xweşkuş êrişê Otêla Rotana Arjaan û Sky Towers ya li Cadeya 100 Metrî ya Hewlêrê hate kirin. Ziyanên ku ji ber êrişê çêbûne nehate zanîn. -
Serokwezîrê Iraqê Sûdanî û Nêçîrvan Barzani bi telefonê axivîn
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi telefonê axivîn. Aliyan diyar kirin ku divê axa Iraqê ji bo êrîşên li dijî welatên cîran neyê bikaranîn. -
Li Koyê partiyên Rojhilat 4 car hatin bombebaran kirin
Ji saetên nîvro ve heta niha bi dijwarî êrişî partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê hate kirin. Bi 3 dronan êriş birin ser Kampa Azadî ya li Koyê û carek jî êriş birin ser PAK’ê. -
Bi dronan êrîşî Helebce, Soran û Gare hat kirin
Hat ragihandin ku bi dronên xwekujî êrişî bîrên petrolê yên DYAˊyê yên li Garê û navenda navçeya Soran ên Başûrê Kurdistanê hatiye kirin. -
Şanaz Îbrahîm: Kurd wê êdî nebin amûrê kesî
Endama Mekteba Siyasî ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed bal kişand ser rewşa li herêmê û taybet şerê li Îranê û got: “Ev şerên tê meşandin ji bo Kurdan pir dijware. Ne gengaze ku Kurd ji îro pêde bibin amûrekê di destê hêzên mezin ên cîhanê de.” -
Îranê bi dronan êrîşî du cihên Hewlêrê kir
Rejîma Îranê bi dronan êrişî sînorê navçeya Koye ya bi ser parêzgeha Hewlêrê ya Başûr kir û bi dronek xwekuj baregeha Sazmanî Xebat a navçeya Rizgarî ya dikeve sînorê Hewlêrê bombebaran kir. -
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê: Êrîş wê têkoşîna me qels nekin
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê destnîşan kir ku êrîşên rejîma Îranê yên bi mûşek û dronan li ser partiyên Kurd, wê têkoşîna tevgera Kurd nerewestîne, lê berovajî îradeya berxwedanê xurt bike. -
Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Îdîa bi temamî bêbingeh in
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Peşewa Hewramî, îdîayên ku dibêjin piştgirî dane partiyên Kurdistanî yên li Rojhilat, red kir. -
6 partiyên ku li Rojhilatê Kurdistanê di bin banekê de hatine cem hev û armancên wan?
6 partiyên siyasî yên Kurd ên ku li Rojhilatê Kurdistanê xebat dimeşînin ji bo parastina gel û destketiyên Kurdan hevpeymaneke hevpar ava kirin. Ev partî kî ne û armancên wan çi ne? -
Ji bo taziyeya şervana YPJ’ê seredaneke girseyî çêbû
Taziyeya şervana YPJ’ê Havva Ûgûrlû ya li bajarê Reqayê şehîd bû, bi girseyî hate ziyaretkirin. -
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko yê li navçeya Derbendîxanê bi 3 droneyên bombebarkirî hate bombekirin. -
Nûçegihanê DÎHA’yê berê Arslan jiyana xwe ji dest da
Nûçegihanê DÎHA’yê berê Mehmet Arslan di encama qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest da. -
Gerîla Gabar: Li dijî tundiya mêr, komîn jiyanê diparêze
Gerîla Goksû Gabar diyar kir ku li dijî tundiya serweriya mêr komîn parastina jiyanê dike û got, "Komîn ne bi qanûnan ne jî bi rêgeşan dikare bê avakirin. Komîn bi exlaqa civakê dikare were avakirin. Exlaqê civakê jî berhemeke jinan e." -
Tulay Hatîmogullari: Geşedanên li Rojhilata Navîn dihêle ku pêvajo bê lezkirin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogulları di fitara li Geverê de axivî û diyar kir ku şerê li Îranê herêmê dixe nav kaosê. Hatîmogullari bang li Tirkiyeyê kir ku divê pêvajoya aştiyê bi awayekî stratejîk were destgirtin û divê ji demê re neyê hiş -
Komeleya Şoreşgerî tevlî Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat bû
Abdullah Mohtadî ragihand ku ew ê tevlî Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat a ku di 22’yê Sibatê de hatibû ragihandin, bibin. Ev hevpeymanî bi kombûna pênc partiyên siyasî yên Kurd ên Rojhilat pêk hat. -
PJAK’ê bang li gel kir: Tavile komîteyên xwe yên rêveberiya herêmî ava bikin
Meclisa PJAK’ê bang li gelê Rojhilatê Kurdistanê kir ku rêveberiyên xwe yên herêmî ava bikin û bang li ciwanan kir ku tevlî refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bibin. -
Endamekî PAK’ê di êrîşa Îranê de jiyana xwe ji dest da
Endamê PAK’ê yê bi navê Celal Raşîdî di encama êrîşa SIHA’yê ya Îranê de jiyana xwe ji dest da. -
Baregeha PAK'ê ya li Hewlêrê careke din bû hedef
Baregeha Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) a li Hewlêrê careke din bû hedef. Di êrişê de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da, 3 pêşmerge jî birîndar bûn. -
Gerîla Dorşîn: Kuştina jinan pirsgirêkeke siyasî û civakî ye
Gerîla Dorşîn anî ziman ku kuştina jinan pirsgirêkeke siyasî û civakî ye û destnîşan kir ku jin divê têkoşîna xwe ya azadiyê bi rengekî rêxistinkirî dewam bikin. -
Li Wargeha Mexmûrê hevşaredar hatin hilbijartin
Di hilbijartinên li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) de Xurbet Îşlek û Cuêa Fatma Bilehî bûn hevserokên bû.