KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Deriyê Sînor ê Başmax wê ji bo 24 saetan bê girtin
Rêveberiya Deriyê Sînor a Başmaxê ragihand ku ji 20'ê Adarê û pê ve deriyê sînor wê ji bo 24 saetan bê girtin. -
Îranê êriş bir ser Kampa Surdaşê ya li Silêmaniyeyê
Hêzên dewleta Îranê careke din bi droneyan êriş birin ser Kampa Surdaşê ya li navçeya Dukan a Silêmaniyeyê. -
Gerîlayên YRK'ê li çiyayên Kurdistanê Newroz pîroz kirin
Gerîlayên Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) li çiyayên Kurdistanê agirê Newrozê dadan û Newroz pîroz kirin. -
Bi îmzeya zêdeyî 200 kesayetan projeya yekîtiya neteweyî hate destpêkirin
Li Başûrê Kurdistanê bi îmzeya zêdeyî 200 kesayetan ji bo yekîtiya Kurdan projeyeke neteweyî htae destpêkirin û işaret bi sîwana hevpar û têkoşîna maf hate kirin. -
Gund amade ne ku agirê Newrozê vêxin: Tu caran nekarîn wî ruh û agirî vemirînin!
Rahîme Maçîn a 70 salî têkildarî Newrozên berê yên li gundan dihatin pîrozkirin, axivî û got: ‘’Di destê min de gopalê min û ez bi heman ruhî li dora wî agirî govendê digerînim. Ne karîn wî agirî vemirînin ne jî karîn me ji xakên me dûr bixin.’’ -
Gerîlayan li Qendîlê agirê destpêkê yê Newrozê dadan
Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê li çiyayên azad Newroza destpêkê ya salê dadan. Yek ji agirên destpêkê yên Newroza 2026'an ku bi dirûşma 'Newroza Azadî û Demokrasiyê' tê pêşwazîkirin, li Qendîlê bilind bû ku gerîlayên HPG û YJA Starê lê ne. -
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Bi droneyên kamîkaze Fermandariya Hêzên 70 ya li Silêmaniyê û li Koyê kampa ku Kurdên Rojhilat lê dimînin bi mûşekan hate bombebarankirin. -
Hunermend Emînê Erbanî jiyana xwe ji dest da
Hunermend Emîn Erden (Emîne Erbanî) ku yek jî navên muzîka Kurdî yê tê hezkirin e, jiyana xwe ji dest da. -
Qada pîrozbahiya Newrozê ya Binarê Qendîlê amade ye
Komîteya Amadekar a Newroza Binarê Qendîlê diyar kir ku hemû amadekariyên ji bo pîrozbahiya Newroza Binarê Qendîlê temam bûne û banga tevlîbûnê li her kesî kir. -
Xelkê Mexmûrê bi coşekî mezin Newrozê pîroz kir
Li Wargeha Mexmûrê Cejna Newroza 2026’an bi coşeke û kelecanek mezin, bi awayek girseyî hat pîroz kirin. -
Li Geverê coşa deh hezaran kesî: Ev Newroz Newroza azadiyê ye
Li Geverê bi deh hezaran kes beşdarî pîrozbahiyê Newrozê bûn. Keskîn Bayindir li pîrozbahiyê axivî û got, "Ev Newroz Newroza azadiyê ye. Me gelekî li ber xwe dan û berdêl dan." -
KCK: Em qadên Newrozê dagirin, daxwaza azadiya Rêber Apo bikin!
KCK: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ji bo serxistina projeya civaka demokratîk û xurtkirina yekîtiya Kurd a demokratîk em li her derê qadên Newrozê dagirin! Em daxwaza azadiya Rêber Apo bikin û deriyên Îmraliyê vekin. -
Li Herêmên Parastinê yên Medyayê amadekariyên Newrozê
Roj û agir ji bo gelê Arî tê wateya jiyanê. Bi hilbûna rojê ve gerîla bi kelecanî ketin nava liv û tevgerê. Ji çar milan ve dest bi amadekariyên pîrozbahiyê kirin. -
'Ji bo mezinkirina govenda azadiyê em bang dikin'
Komîteya Amadekar a Newroza li Amedê got, "Di serî de jin û ciwan em bang li gelên xwe dikin ku beşdarî Newroza li Amedê bibe û govenda azadiyê li refên herî pêş mezin bike." -
Gerîlayên HPG û YJA Starê: Di vê Newrozê de em ê pêvajoyê bi ser bixînin
Gerîlayên HPG û YJA Starê hestên xwe yên têkildarî Newrozê anîn ziman û gotin, bi ruhê Newrozê wê xwedî li pêvajoyê derkevin û bi ser bixînin. -
Li Hewlêrê herî kêm 4 teqîn
Li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê roja Çarşemê herî kêm 4 teqînên mezin rû dan. Hedefa êrişan diyar nebû. -
Karayilan: Newroz 2026'an divê bibe Newroza azadiya Rêber Apo - NÛ BÛ
Fermandarê HPG'ê Mûrat Karayilan diyar kir ku Newroza 2026'an divê bibe "Newroza azadiya Rêber Apo" û destnîşan kir ku ji bo serketina pêvajoyê divê dewlet gavên şênber biavêje. -
Jinên Cizîra Botan bi 77 meşaleyan meşiyan
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, jinan bi pêşengiya TJA’yê ji bo temenê 77’emîn ê Rêber Apo bi 77 meşaleyan agirê Newrozê vêxist. -
Xwendevanên Mexmûrê bi kareograsfiya Mazlum Dogan Newrozê pîroz kirin
Xwendevanên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî tevî meşaleyan meşiyan û bi karografiya Mazlum Dogan Newroza îsal pîroz kirin. -
Li Êlihê ji bo Şerzan Sasûn û Raman Soro sersaxî hate danîn
Li Êlihê, sersaxiya şervanên YPG'ê Reman Soro û Şerzan Sasûn ên ku di êrişên HTŞ, DAIŞ û hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê yên li ser Rojava de şehîd bûn, bi girseyî hat ziyaretkirin. -
Li Wêranşarê Newroza bi coş: Divê statuya Abdullah Ocalan zelal bibe
Li navçeya Wêranşarê bi tevlîbûna bi hezaran bi şîara ‘Newroza Azadî û Demokrasî’ hate pîrozkirin. Di şahiyê de azadiya Rêber Apo hate xwestin. -
Newroz li Stewrê hate pîrozkirin: Divê Rêber Apo tavilê azad bibe
Li navçeya Stewr a Mêrdînê bi dirûşma "Newroza Azadî û Yekîtiya Demokrtaîk" Newroz hate pîrozkirin. -
PJAK: Ev Newroz wê bibe Newroza azadiyê ya gelên Îranê
PJAK'ê Newroza gelê Kurd û hemû gelên bindest pîroz kir û diyar kir ku Newroza îsal wê bibe Newroza azadiyê ya gelên Îranê. -
Li Serêkaniyê piştî 10 salan agirê Newrozê hat dadan
Li bajarokê Serêkaniyê ya navçeya Çelîk a Semsûrê piştî 10 salan cara ewil agirê Newrozê hat pêxistin. -
Li Qoserê bi deh hezaran kes tevlî Newrozê bûn, ciwanan mohra xwe lê dan
Pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi beşdariya deh hezaran kesî pêk hat. Di pîrozbahiyê de coşeke mezin hebû.