KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Tulay Hatîmogûllari: Divê lêborîn bê xwestin, navê Dersimê lê bê vegerandin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di salvegera Terteleya Dersimê de axivî û diyar kir ku divê dewleta Tirk bi Terteleyê re rû bi rû bibe, lêborînê bixwaze û navê Dersimê lê vegerîne. -
Li Zaxoyê 3 kes xeniqîn
Li gundê Kolê ya dikeve sînorê bajarokê Batêlê 3 kes di hewzeke ya avê de xeniqîn û cenazeyên wan hê jî nehatine dîtin. -
MKG: Divê zextên li ser rojnamevanan bi dawî bibe
MKG'ê bi wesîleya 3'yê Gulanê daxuyanî da û di daxuyaniyê daxwaza berdana rojnamevanên jin kir û got: "Divê zext û zordariya li ser jinên rojnamevan bi dawî bibe û hemû astengiyên li pêşiya azadiya raman û çapemeniyê werin rakirin." -
Ciwanê Kurd Mehrab Abdullahzade hate darvekirin
Abdullahzade ku li Ûrmiyeyê di çalakiyên şermezarkirinê de hate girtin, bi sûcdariya "xerakariya li ser rûyê erdê" hate darvekirin. -
Li Colemêrgê rê nîne: Erdhejeke gengaz wê hilweşîneke mezin bi xwe re bîne!
Li rêya bejahî ya Colemêrg-Wanê ku ji ber hezazê çend hefte ne girtî ye, welatî gelekî mexdûr bûne. Pispor hişyariyê didin ku eger erdhejek rû bide wê encam gelekî hilweşîner be. -
‘Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin!’
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” li Amed, Êlih, Gever û Rihayê çalaki lidar xistin. -
Farqîn: Em ê mîrateya şehîdan bi felsefeya ‘Yek hirqe û yek loqma’ bidomînin!
Gerîla Têkoşer Farqîn ku li Şehîdgeha Mehmet Karasungur wezîfe dimeşîne, diyar kir ku ew ê mîrateya şehîdan bi felsefeya ‘yek hirqe û yek loqma’ bidomînin. -
15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî: Em her rojê veguherînin roja zimanê Kurdî
Saziyên Ziman ên Demokratîk bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyanî dan û bang li hemû Kurdan kirin ku her rojê veguherînin roja zimanê Kurdî û pîrozbahiyê bikin. -
KCK’ê şehîdên Gulanê bi bîr anî
KCK’ê di şexsê şoreşgerên meha Gulanê şehîd bûne de hemû şehîd bi minet û rêzdarî bi bîr anî û got, “Têkoşîna wan wê ji bo serketina têkoşîna me ya azadî û demokrasiyê, teqez heta dawiyê were domandin.” -
Şahidê şehadeta Karasûngur û Bîlgîn: Armanca wan yekîtî bû
Welatparêzê bi navê Şêx Omer ku ji şehadeta pêşengên PKK’ê Mehmet Karasûngur û Îbrahîm Bîlgîn re şahidî kiriye, qala wan rojan kir. Şêx Omer anî ziman ku armanca wan yekîtiya partiyên Kurd bû. -
1'ê Gulanê li Mexmûrê bi coşekî mezin hat pîrozkirin
Bi boneya 1’ê Gulanê Roja Kedkaran ya Cîhanê Komîteya Şaredariya Mexmûrê û Saziya Karkeran bi şahiyekê 1’ê Gulanê pîroz kirin. -
Li Wanê mitînga 1'ê Gulanê: Aştî ne lutif e, pêdivî ye
Di mitînga ku li Qada Bajar a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê hat lidarxistin de, daxwazên ked, aştî û demokrasiyê derketin pêş. -
'Avakirina welat tenê bi keda destê karkeran pêkan e'
Şaredariyên Şengalê bi boneya 1’ê Gulanê daxuyaniyek da û bang kir ku ji bo karkerên ku stûna bingehîn a civakê ne, jîngeheke kar a dadperwer û ewle were dabînkirin. -
Karkerekî li Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da
Li bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê karekî ji ber nebûna ewlehiya kar jiyana xwe ji dest da, yek jî birîndar bû. -
'Rêya ku ti carî şaş nabe, sosyalîzm e'
Gerîlayê azadiyê Zinar Yavûz Yoldaş got, "1'ê Gulanê bi sosyalîzmê re bûye yek. Lewma sosyalîzm rêya paradîgmatîk a Tevgera Azadiyê ya Kurd e. Rêgeha bingehîn ku ji destpêka têkoşîna me û vir ve dewam dike, sosyalîzm e." -
Kampa Azadî bi droneyan hate bombekirin
Kampa Azadî doh bi şev bi droneyan hate bombekirin. Li ser encama êrişê agahî bi dest neket. -
Di nobeta li Mexmûrê de banga 'xwedî li pêvajoya aştiyê derkevin' hate kirin
Çalakiya nobetên ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê di 20’ Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatibû destpêkirin bi koma 197’an û di roja 1015’an de didome. -
Li Duhokê di 17 mehan de 12 karker jiyana xwe ji dest dane
Sendîkaya Karkeran a Duhokê ragihand ku di nava 17 mehan de li sînorê Duhokê 12 karker jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 50 karker jî birîndar bûne. -
PJAK'ê 1'ê Gulanê pîroz kir
PJAK'ê 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran pîroz kir û diyar kir ku karker bi ked û îradeya xwe ya xurt di heman demê de hîmê civakeke demokratîk jî datînin. -
Karayilan: Pêvajo ji aliyê desthilatdariyê ve di pratîkê de hate rawestandin
Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan got, desthilatdariya ku gavên şênber neavêje û teslîmiyetê ferz dike, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk sekinandiye û diyar kir ku ji bo rêvçeûna pêvajoyê rola Rêber Apo û gavên qanûnî şert e. -
Çakmak: Hem muzakerevanê sereke be hem jî dîlgirtî be; bi vî rengî nabe
Parêzer Serhat Çakmak bal kişand ser nîqaşên têkildarî statuya Rêber Apo û got, "Hem muzakerevanê sereke hem jî dîlgirtî nabe; divê xwedî wan mercan be ku li gorî berpirsyariya xwe be." -
19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Colemêrgê hate birîn
Bi îdiaya "rêveberiya rêxistinê" 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Mehmet Siddik Akiş ku erka wî hate desteserkirin, hate birîn. Akiş di parastina xwe ya beriya biryarê de diyar kir ku darizandin ne adil e. -
KCK: Em qadên 1’ê Gulanê tijî bikin!
KCK’ê 1’ê Gulanê roja hevgirtin û têkoşînê pîroz kir û bang li hemû Kurdan kir ku bi ruhê Newrozê bi gelên Tirkiyeyê re qadên 1’ê Gulanê tijî bikin û alaya têkoşînê ya ku sosyalîzma civaka demokratîk misoger kiriye, bilind bikin. -
Çîgdem Dogû: Divê pêvajo tenê ji dewletê re neyê hiştin
Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Çîgdem Dogû anî ziman ku pêvajo li ber xitimînê ye û got, "Divê ev pêvajo tenê ji dewletê re neyê hiştin. Pêwîste gel xwedî lê derkeve." -
Iraq wê tezmînatê bide qurbaniyên êrîşan
Serokwezîrê Iraqê biryar da tezmînatê bide birîndar û malbatên qurbaniyên êrîşên leşkerî yên li ser Iraq û Herêma Kurdistanê.